Cil û berg nasname ye

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 18 Tîrmeh 2024 - 00:53

SORGUL ŞÊXO / NÛJINHA / HESEKÊ

Hemû pêkhateyên li heremê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de hebûn û çanda xwe diparêzin û ya ku jê re pêşegiyê dike jî jin bi xwe ne. Yek ji pêkhateyên ku bi Şoreşa Jinan re karîn cil û bergên xwe yên gelerî zindî bikin û li dijî bişaftina ku modernîteya kapîlatîst disepîne çanda xwe biparêzin jî civaka Ermen e. Li ser cil û bergên neteweyî yên jina Ermenî, endama civaka Ermenî ya bajarê Hesekê li Kantona Cizîrê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Lûsnak Kavoryan axivî û got:"Jinên Ermen wekî hinarê her xwe nû dikin, ji ber di şaristanî û çanda kevnar a Ermeniyan de, hinar sembola dewlemendiya jinan e. Jinên Ermenî bi destên xwe, ji hevrîşmê cil û bergên xwe çêdike û mîrateya gelê xwe dewlemend dike. Feylesof Gregor Johann Mendel li ser çar hêmanên cil û bergên jinên Ermenî wiha gotibû: Ax, av, agir û hewa. Ax axa dapîr û bapîrên me ye, av paqijî û aramî ye, agir zerbûna agir û rengên gewr e û hewa aramiya hewayê ye, ji ber ku jin bi van hêmanan cudabûna xwe datîne holê. Rengê cilê spî paqijiya giyanê wê ye, sor rengê wêrekî û şehadetê ye dema ku cilê xwe bi xêzên zêrîn dixemilîne, rengê şîn edaleta ezmanî nîşan dide û ev hemî reng di yek jinê de têne cem hev."

Bi şoreşê re nasnameya resen

Lûsnak Kavoryan got ku Şoreşa Rojava deriyê vegera bidesxistina jina Ermen ji çand û nasnameya wê re bû û got:"Jina Ermenî di Şoreşa Rojava de çand û cil û bergên xwe ji nû ve bi dest xist. Ji ber ku cil û bergên ermenî nasname ye. Ji lewre îro em weke civak û jinên Ermenî bi vê şoreşê re çanda xwe diparêzin. Îro em di nav şer û şoreşekê de ne, pêwîst e ku kapîtalîzma bandorê li mejiyê me neke, ji ber armanca wan ew e ku mejiyê ciwanan bi modeya nû re mijûl bikin û bandorê li nêrîna wan a azad bikin. Em ji jinên ciwan û giştî ciwanan re dibêjin ku xwedî li cil û bergên xwe yê neteweyî derkevin, ew nasnameya we ye." Lûsnak Kavoryan bi peyamekê Şoreşa 19’ê Tîrmehê li giştî jin û gelan pîroz kir:"Em salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa demokrasî û azadiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û giştî xelkê Sûriyeyê ye, pîroz dikin. 19’ê Tîrmehê şoreşa jiyana hevbeş a neteweyan e."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.