Civaka Îslamî ya Kurdsitaniyên li Ewrûpayê (CÎK-E), bi boneya Cejna Qurbanê alîkarî ji bo penaberên Mexmûrê şand.
CÎK-E’yê bi hevkariya 50 malbatên Kurd yên xêrwaz ên li derveyî welat, pez ji bo penaberan şand. Ji bo bi awayeke dadperwerane li ser gel û bi taybet jî hejaran were belavkirin, welatiyên wargehê seferbûn û bixwe qurban amadekirin û belavkirin.
Mele Şîrîn Çetîn spasiya ew xêrxwazên Kurd ên alîkarî ji bo wargeha wan şandiye kir û got: “Ev zêdeyî du sale wargeha me dibin dorpêçê de ye. Ji ber vê CÎK-Ewropa, dest bi şandina alîkariyê kiriye. Em dubare spasiya hemû ew kesên ku para xwe di şandina alîkariyê de hebûne dikin.”
ROJNEWS/MEXMÛR