Cihê xwe di dîrokê de girtin

Çarşem 11 Îlon 2024 - 03:05

HPG'ê 3 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûnebibîranî. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:"Milîtanên Apoyî yên hêja û zarokên qehreman ên gelê me hevrêyên me Navdar, Dilovan û Bager di pêvajoya têkoşîna dijwar a sala 2019’an de bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn. Meşên xwe yên di têkoşîna azadiyê de ku hemû tiştên xwe feda kirin û tevlî bûn, di merheleya herî jor de temam kirin û cihê xwe di dîroka gelê me ya bi rûmet de girtin. Zarokê qehreman ê Amedê û milîtanê partiya me PKK’ê hevrêyê me Navdar ê 7’ê Tîrmeha 2019’an şehîd bû. Hevrêyê me Navdar ku dilê wî bi azadiyê lê dida û ji bo tevahiya ciwanên Amed û Kurdistanê bû milîtanekî mînak. Hevrêyên me Dilovan û Bager ên di 17’ê Îlona 2019’an de şehîd bûn. Zarokên qehreman ên Botan û Serhedê, di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de bi baweriya xwe ya li nirxên azadiyê, hezkirina xwe ya hevrêtiya kûr û tevlîbûna xwe ya bêdudilî, nûnertiya heqîqeta milîtaniya Apoyî kirin. Em soz didin ku bîranîna hevrêyên xwe Dilovan û Bager, di têkoşîna xwe de bidin jiyîn. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd ji gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û em soz didin ku teqez têkoşîna şehîdên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.  
Hevrêyê me Navdar li Amedê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Êrîşa dewleta Tirk a bi destê çeteyên DAÎŞ’ê li dijî gelê me yê Kobanê, ji bo hevrêyê me Navdar bû dilopa dawî. Ji ber vê yekê bi awayekî çalak tevlî serhildanên li Bakurê Kurdistanê bû. Piştre tevlî refên gerîla bû. Hevrêyê me ku namzetê fermandarekî paşerojê bû, bi dilsoziya xwe ya li rêgezên milîtaniya Apoyî bawerî da hevrêyên xwe.

Hevrêyê me Dilovan li gundê Osyan a navçeya Perwarî ya Sertê li nava malbatekî ji eşîra Goyî jidayîk bû. Di sala 2013’an de ji herêma Herekolê tevlî refên gerîla bû. Hevrêyê me Dilovan ku hem bi jêhatîbûna ku bi xebatên pratîkî bi dest xist hem jî kesayetiya Apoyî ya xwe gihand, baweriya hevrêyên xwe û rêxistina me bi dest xist, di gelek xebatên girîng de cih girt. Di heman demê de bi fedakariya xwe tê nas kirin, her tim bû xwedî tevlîbûneke biîstikrar û bêteredût.

Hevrêyê me Bager li navçeya Çildêran a Wanê di nava malbatekî welatparêz de jidayîk bû. Komkujî û êrîşên li dijî gelê me yê Êzidî yên li Şengalê, bandoreke mezin li ser hevrêyê me Bager çêkir. Li ser vê yekê di sala 2015’an de ku şahidî ji berxwedanên mezin kir, derbasî herêma Şengalê bû û li vir cihê xwe di têkoşîna azadî û rûmetê de girt. Bi tevlîbûna xwe ya fedakar û helwesta xwe ya wêrek ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Navdar Firat (Muhammed Canbey), li Amedê jidayîk bûye, 7’ê Tîrmeha 2019’an li Heftanînê şehîd bû.

Dilovan Sîpan (Mehmet Sedîq Babat), li Sêrtê jidayîk bûye, 17’ê Îlona 2019’an li Heftanînê şehîd bû.

Bager Çiya (Devrîm Yildirim), li Wanê jidayîk bûye, 17’ê Îlona 2019’an li Heftanînê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.