HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Bi helwest, berxwedan û fedakariya xwe wan dan ser şopa xeta şehîdan. Wan di dîroka azadiya gelê me de cihê bi rûmet stendin.”
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye;
“Di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku di 17’ê Nîsana 2019’an û 24’ê Cotmeha 2020’an de li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê kiribûn, zarokên hêja yên civaka me ya Êzidî û milîtanên fedakar ên Apoyî yên partiya me PKK’ê Dilşêr Şengalî û Tîrêj Roj û zarokê mêrxas ê gelê me yê Kobanê ya berxwedanê, şehîd bûn. Gelek ciwanên Şengal û Kobanê yên ku bûn şahidê hewldanên mîlîtanên fedayî yên Apoyî yên ji bo afirandina van serkeftinan, tevlî PKK’ê bûn. Hevrêyên me Dilşêr, Tîrêj û Botan ku bi vê hişmendî û hestê beşdarî têkoşînê bûne, bi helwest, berxwedan û fedekariya xwe bûne şopdarên xeta şehîdan û cihê xwe yê bi rûmet di dîroka azadiya gelê me de girtine.
Malbatên hêja yên hevrêyên me Dilşêr, Tîrêj û Botan di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz û ji gelê Şengal û Kobanê re dixwazin.
Hevrêyê me Dilşêr di malbateke welatparêz a Êzidî de ji dayik bû. Ji ber zextên rejîma Baas malbata hevrêyê me Dilşêr neçar mayê koçî Ewropayê bike. Di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû. Bi taybetmendiyên xwe yên biaqil, jîr û jêhatî perwerdeyên xwe yên pisporiyê bi awayekî serkeftî derbas kir. Hewl da ku gerîlatiya Modernîteya Demokratîk, perspektîfa rêxistina me bi şêwaz û hûrguliyên taktîkî fêm bike û pêk bîne. Hevrêyê me Dilşêr ku ji dilê gelê me yê Êzidî derketiye û bûye namzetek mezin a fermandariyê, bi îdeolojiya Rêber Apo veguheriye cewherekî nadîde.
Hevrêyê me Tîrêj li gundê Borikê yê Şengalê ji dayik bû. Yek ji wan kesan bû ku li gel şert û mercên giran xwe li çiyayê Şengalê girt û tevlî nava refên berxwedanê bû. Heta sala 2017'an li Şengalê, beşdarî berxwedana dîrokî bû. Sala 2017'an beşdarî nava refên gerîla bû. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê weke milîtanekî Apoyî baweriya xwe bi wê anî ku tevlî çeperên berxwedanê bibe. Bi hişmendiya xwe ya neteweyî hevrêyê me Tîrêj bû mînak ji ciwanên Kurd hemûyan re.
Hevrêyê me Botan li Minbicê di nava malbateke welatparêz a Kobanêyî de ji dayik bû. Sala 2016’an berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bûye. Bi hevrêtiya xwe ya kedkar, fedakar, dilnizm û dirûst bi dilsoziya xwe ya bi îdeolojiya Rêbertî re bûye mîlîtanekî Apoyî yê mînak. Bi van taybetmendiyên xwe wê her tim ji me re bibe mînak û rêya me ronî bike.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ye;
Dilşêr Şengalî (Helbest El Şêx), li Mûsilê jidayîk bûye, 17’ê Nîsana 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Tîrêj Roj (Seîd Dexîl Reşo), li Şengalê jidayîk bûye, 24’ê Cotmeha 2020’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Botan Kobanê (Ocalan Bekrî), li Minbicê jidayîk bûye, 24’ê Cotmeha 2020’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN