HPG’ê şehîd Diyar Norşîn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Hevrê Diyar Norşîn di 20’ê Cotmeha 2021’an de di êrîşa dijmin a li dijî herêma Zapê de şehîd bû û di dîroka azadiyê ya gelê me de cihê xwe girt."
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye;’’Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker a ji sala 2021’an vir ve li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna dest pê kiriye, îro jî didome. Fermandarê me yê bi rûmet hevrê Diyar Norşîn ê ku di kêliyên destpêkê yên êrîşa dagirkeriyê de derbên giran li dijmin xist, bû yek ji kedkarên berxwedanê ku îro jî didome. Hevrêyê me Diyar ku bi şêwaz û taktîkên xwe yên afirîner yek ji fermandarên pêşeng ên gerîlatiya serdema nû ye, bi dewir kirina mîrateyeke mezin a têkoşînê û erkên ku divê werin bi cih anîn, nemir bûye.
Em soz didin ku ala şoreşê ya ku hevrêyê me Diyar Norşîn dewrî me kiriye, di şexsê wî de bi berpirsyarî layîqê hemû şehîdên xwe bin û em ê Kurdistana azad ku xeyala wî ye teqez pêk bînin. Em di serî de sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrêyê me Diyar Norşîn, gelê xwe yê welatparêz ên wargeha Şehîd Rustem Cûdî û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.
Hevrêyê me Diyar li gundê Marînos a Colemêrgê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me Diyar zarokatiya xwe li Wargeha Mexmûrê derbas kir. Di sala 2001'ê de tevlî nava refên gerîla bû. Li herêmên Metîna, Qendîl, Zagros, Zap û Xakurkê bi taybet li herêma Garê gerîlatî kir. Di sala 2014'an de ji bo parastina gelê me û Şoreşa Azadiya Rojava ya ku bûye hêviya azadiyê ya gelan, derbasî Kobanê bû. Hevrêyê me Diyar li vir birîndar bû, demekê tedawî dît. Hevrêyê me yê ku bi îradeya xwe ya têkoşîna li dijî dewleta Tirk a qirker bi lez birînên xwe derman kir, berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Piştî demekê li vir ma, vê carê berê xwe da Botanê. Sala 2018’an careke din vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêyê me Diyar weke fermandarê herêmê derbasî herêma Zapê bû. Ji çêkirina tunelên şer, heta perwerdekirina hevrêyên xwe yên milîtanên Apoyî, hemû erkên xwe bi awayekî serketî bi cih anî. Fermandarê me yê hêja Diyar Norşîn ku bi jiyan, wêrekî û nirxê xwe yê ku dayî hevrêyên xwe hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir."
Agahiyên nasnameya hevrêyê me Diyar Norşîn wiha ne;
Diyar Norşîn (Feyzî Kaya), li Colemêrgê jidayîk bûye, 20’ê Cotmeha 2021’an li Zapê şehîd bû.
BEHDÎNAN