• Ji bo balê bikişînin ser 13 hezar penaberên li girava Lesbos (Mîdîllî) ya Yewnanistanê asê mane, li pêşiya meclîsa Elman bi navê "Kampan vala bikin, cih heye" 13 hezar kursiyên vala hatin bicihikirin.

Ji bo balê bikişînin ser 13 hezar penaberên li girava Lesbos (Mîdîllî) ya Yewnanistanê asê mane, li pêşiya meclîsa Elman bi navê "Kampan vala bikin, cih heye" 13 hezar kursiyên vala hatin bicihikirin.
Li Kampa Mario ya li girava Lesbos a Yewnanistanê a ji bo 2 hezar û 800 kesan 13 hezar penaber di nava şert û mercên nebaş de hewl didin jiyana xwe dewam bikin. Piştî ku bi hin penaberên li kampê re vîrûsa koronayê hate tespîtkirin, saziyên alîkariya bi penaberan re, yên weke Seebrucke, Sea-Watch, #LeaveNoOneBehind û Campact çalakî organîze kir. Wan ji bo 13 hezar penaber ji aliyê welatên rojavayî ve bên qebûlkirin, bi rengekî sembolîk 13 hezar kursî danîn pêşiya Meclîsa Federal a Elman a li Berlînê. Di çalakiya bi navê "Kampan vala bikin, cih heye" de saziyên alîkariya mirovî xwest, destê alîkariyê bidin penaberên li Lesbosê asê mane.
Saziyan bi bîr xist ku hikûmeta Elman tenê 465 penaberên ji giravê qebûl kirine: "Li Elmanyayê hejmareke zêde ya cih û derfetan heye ku karibe van penaberan qebûl bike. Ji bo cihê heyî sembolîze bike me jî li pêşiya meclîsê dest bi çalakiyê kir û ji bo vê 13 hezar kursî danîn."
Çalakger dibêjin, welatên ewrûpî dikarin gelek penaberan yekser qebûl bikin, lê ji bo vê bikin, îradeya wan a siyasî kêm e. Hefteya bihurî, rêveberiyên eyaletên Thurîngen û Berlînê yên Elmanyayê ragihandibûn ku ew amade ne penaberên li Yewnanistanê asê mane qebûl bikin, lê belê hikûmeta Merkel ev yek red kiribû. BERLÎN