- Li cihê ku Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel lê hatî şehîdkirin, daxuyaniyek hate dayîn. TAJÊ di daxuyaniya xwe de soza pêkanîna armancên şehîdan dûbare kir.
Li cihê ku Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel lê hatî şehîdkirin, daxuyaniyek hate dayîn. TAJÊ di daxuyaniya xwe de soza pêkanîna armancên şehîdan dûbare kir. Li ser navê malbata şehîd Merwan Bedel Xwedêda jî hate gotin; “Ti carî kesên bûne sedema şehadeta Merwan Bedel wê neyên efûkirin, cihê wan wê li Şengalê nebe.”
Di 7’ê Kanûnê de balafira bê mirov a dewleta Tirk a dagirker êrişî wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda kir. Di encama êrişê de Merwan Bedel şehîd bû, her dû zarokên wî bi birîndarî rizgar bûn. Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) tevî malbata şehîd Merwan, li cihê ku Merwan Bedel lê hatî şehîdkirin, daxuyaniyek dan.
Endama TAJÊ´yê Riham Hiço got, “Kesên hevkarê dijmin û agahiyan didin dijmin wê ticarî neyên efûkirin. Wê teqez hesab ji hevkarên dijmin were xwestin. Ev êriş berdewama Fermana 3 Tebaxa 2014’ane, armanc qirkirina civaka Êzîdî û tinekirina îradeya gelê Êzîdî ye.
Bila hevkarên dijmin ên bi pereyan agahiyan didin dijmin baş bizanin, ew ê diyar bibin û neyên efûkirin. Şengal warê pêşeng û qehremanan e, ne cihê xayînan e. Em wek TAJÊ´yê bang li jin, ciwan û civaka Êzîdî, Gelê Kurd û mirovahiyê dikin, em bihevre rê li fermanan bigrin.”
Piştî daxuyaniyê li ser navê malbata şehîd Merwan Bedel, Hilwa Xelef got, ew ê li pey hevkarên dijmin ên bûne sedema şehîdkirina Merwan Bedel bin:
“Dewleta Tirk dijminê me yê dîrokê ye, em ê kesên hevkarê dijmin in, efû nekin. Ew ê nikaribin di nava me de bijîn.”
ROJNEWS/ŞENGAL