Cihê dayikan ne zindan e

În 31 Çile 2025 - 02:55

Hanîfe Aslan ji ber Dayika Aştiyê bû, li gel ku 82 salî û gelek nexweşiyên wê hebûn 3 sal di zindanê de ma. Dayika Aştiyê Hanîfe Aslan, ji ber xebatên xwe 6 sal 3 meh cezayê hepsê wergirt. Piştî demekê girtî ma, hate berdan. Lê di sala 2022'an de li gel ku 82 salî jî bû dîsa xistin zindanê. Li gel nerazîbûn û raporên tiba edlî jî 3 sal di zindanê de ma. Henîfe Aslan hefteya bihurî ji zindanê derket axivî û got:"Ji ber ku min tenê got bila aştî pêk were, bila dayik negirîn, cezayê zindanê dan min. Li gel bêsuc bûm jî bi salan li zindanê mam. Min rojên zehmet derbas kirin. Sûcê min tune bû û ez dayika aştiyê bûm. Min xwest bila dayik negirîn. Cihê dayikan ne zindan e. Ez 3 sal li girtîgeha Wanê mam. Min li hemberî nexweşiya şekir û KOAH'ê têkoşîn meşand. Bila kes nekeve zindanê."

Hanîfe Aslan diyar kir ku li zindanê bi nexweşiyên nû ketiye û got, ew rojên zehmet derbas kiriye û wiha axivî:"Bila hemû mirov azad bin. Zindan dojeha vê cîhanê ye. Ez 3 sal li hundir mam. Di hundir de girtiyên nexweş hene. Niha gelek mexdûr in. Bila hemû girtî û girtiyên nexweş azad bibin."

ANF/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.