Çi girtî û çi serbest piştgiriya hev bikin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 26 Gulan 2022 - 21:09

  • Hunermenda Kurd Nûdem Dûrak a ji ber ku klamên Kurdî gotibûn, hatibû girtin, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û bi klama “Çiyayên me” bang li hunermendan kir da ku piştevaniyê bikin. 

Hunermenda Kurd Nûdem Dûrak a ji ber ku klamên Kurdî gotibûn, hatibû girtin, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û bi klama “Çiyayên me” bang li hunermendan kir da ku piştevaniyê bikin. 

Hunermend Nûdem Dûrak a ji bajarokê Dêrgulê yê ser bi Şirnexê, sala 2015’an ji ber ku kilam bi Kurdî gotibû, di 2 dozên cuda de 19 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birrîn. Nûdem Durak a ku bi nexweşiya Graves (guatira bijehr) ketiye, dibe ku dengê wê bi temamî biçe. Heta niha gelek hunermendên navdar ên weke endamê grûba muzîkê ya Pink Floyd a Brîtanî Roger Waters, li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal bang kirin û xwestin ew serbest were berdan. Nudem ev 6 sal in li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê tê ragirtin. Ew bi telefonê bi malbata xwe re axivî.  

'Berî dengê min biçe'

Nûdem Durak got, ew ditirse zirar li telên dengê wê bê û wiha peyivî: “Di vê hêlê de tirsa min heye. Bêhna min diçike, lê gava ku ez li ser teknolojiyê difikirim, heger ez derkevim, şansê min heye ku pêşî li vê nexweşiyê were girtin. Lê tirsa min heye ku ez ê nikaribim pêşiyê lê bigirim. Ji ber vê yekê, ez dixwazim di demeke nêz de bêm berdan. Ez dixwazim berî ku dengê biçe, derkevim.”
 
'Li hevdu xwedî derkevin'

Nûdem Durak got, tişta ku ji wan re herî zêde pêwîst e, piştevanî ye û ev bang kir: “Ya rast banga min li hunermendan ev e; bila li hevdu xwedî derkevin. Qet nebe, divê hewl bidin û piştevaniya hunermendan bikin, da ku karibin xwe bi rehetî îfade bikin. Ji xwe vê jî dikin. Em çi serbest, û çi girtî bin, em dibînin ka çawa konser têne betalkirin û astengkirin. Lê ew dîsa jî dikarin piştgiriya hunermendên girtî bikin. Ew dikarin ji bo vê yekê hewl bidin, serkeftin ji wan re.”

Hunermend Dûrak, pişt re bi gotina strana “Çiyayên me” bang li hunermendan kir da ku piştevaniyê bikin.

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.