ÎBRAHÎM IRMAK / MA / STENBOL

Îmzevanên Banga Aştiyê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dan û gotin divê di serî de CHP, hemû hêzên demokrasiyê li dijî tayînkirina qeyûm xwedî helwestekî zelal bin. 

Tenê bi qeyûm re ne sînordar e

Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz anî ziman ku tayînkirina qeyûman derhiqûqtî ye û desthilat bi tayînkirina qeyûm a ji bo Şaredariya Colemêrgê re ev bêhiqûqtî domandiye Tahmaz, diyar kir ku tunehesibandina vîna gelê Kurd tenê bi tayînkirina qeyûman bisînor nîne.

Desteserkirina vîna Kurdan e

Hevseroka Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan jî anî zimên tu îzaheteke hiqûqî ya tayînkirina qeyûman nîne. Dogan, destnîşan kir ku bi rêya qeyûman îradeya gelê Kurd tê xespkirin û wiha pê de çû: “Anku ji Kurdan re dibêjin ‘hûn nikarin tu kesên we birêve bibin hilbijêrin.’ Ev yek nayê qebûlkirin û em qebûl jî nakin. Formateke wisa ye ku bi qanûnên xwe nakin.

CHP wê çi helwestê nîşan bide?

Muzîkjen û parastvanê mafên mirovan Şanar Yurdatapan jî got ku tawanbariyên li Hevşaredar Akiş tên kirin binakok in. Yurdatapan, anî ziman ku ji ber tayînkirina qeyûman, sûcdarê esasî îktîdar asiyasî ye.

Yurdatapan her wiha got,’’Di esasê xwe de desthilat sûcê ku Kurdan pê tawanbar dike bi xwe dike. Tevî vê jî kurd dev ji bikaranîna mafên xwe yên demokratîk bernadin. Dixwazin tişta li Wanê kirin dîsa dubare bikin. Carnan mirov difikire û dibêje gelo ev zewqê ji zilma li Kurdan tê kirin digirin. Lê sedema esasî tirsa wan e. Bi taybet jî li Kurdistanê ewqas sûc kirine ku heke desthilata xwe winda bikin, wê hesaba wan were pirsîn. Herî zêde ji vê ditirsin. Lewma jî girîng e, gelo wê CHP bi çend gotinan vê mijarê paşguh bike yan wê bi awayekî tund li dijî tayînkirina qeyûman bisekine? Tişta pêwîst ew e ku 2 qet zêdetirî berteka li Wanê hatiye nîşandan bê nîşandan. Di rewşekî wiha de Erdogan dê neçar bimîne ku paşvegavê biavêje.”