Cezayekî din ji eynî sûcî re

În 11 Îlon 2020 - 00:02

  • Dozgerê îdîaname hazir kirî di rûniştina pêr de got, Mustafa Çelîk hîna di nava PKK´ê de çalak e û xwest 2 sal û 8 meh ceza lê bê birrîn.

Siyasetvanê Kurd Mustafa Çelîk, li bajarê Elmanyayê Hamburgê, ji Çileyê 2020´an û vir ve bi îdîaya berpirsiyarê PKK´ê ye, girtî tê dadgehkirin. Doza siyasî ya li dijî Mustafa Çelîk li Dadgeha Bilind a Eyaletê dewam kir. Dozgerê îdîaname hazir kirî di rûniştina pêr de got, Mustafa Çelîk hîna di nava PKK´ê de çalak e û xwest 2 sal û 8 meh ceza lê bê birrîn. Dewleta Elman bi miqamê dewleta Tirk dike û dixwaze zilma xwe daimî bike. Lewma wê beriya bi 5 salan careke din Mustafa Çelîk bi heman tohmetan girtibû û ceza lê birrîbû.
Parêzerên Mustafa Çelîk xwestin pisporê hiqûqa destûrî û navnetweyî Norman Peach li dadgehê weke kesê pispor beyanê bide, lê heyeta dadgehê ev yek red kir. Dozgerê îstîxbaratê, îdîa kir ku Mustafa Çelîk bi beyanên xwe kar û xebatên ji bo PKK´ê qismî qebûl dike.
Dozger nexweşiya giran a Mustafa Çelîk jî li ber çavan negirt û li gorî xala 129/a û b ya Qanûna Ceza ya Elmanyayê 2 sal û 8 meh cezayê hepsê xwes. Rûniştinên dozê wê duşema bê yanî 14´ê Îlonê dewam bikin.
Mustaf Çelîk beriya bi 5 salan hatibû girtin, 129b hatibû dadgehkirin û Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Celle 2 sal û 6 meh ceza lê birrîbû. HAMBURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.