Cezayê wî qediya ye lê nayê berdan!

Çarşem 6 Cotmeh 2021 - 01:46

  • Girtiyê nexweş Atîlla Coşkûn ku tumor li ser mejiyê wî ye û cezaya dewleta Tirk dayî jî xelas kiriye, bi hinceta cezayê dîsîplînê nayê berdan. 

Girtiyê nexweş Atîlla Coşkûn ku tumor li ser mejiyê wî ye û cezaya dewleta Tirk dayî jî xelas kiriye, bi hinceta cezayê dîsîplînê nayê berdan. 

Piştî "Qanûna Derbarê Guherandina Qanûna Derheqê Înfaza Ceza û Tevdîrên Ewlehiyê û Hin Qanûnan de" hat guherandin, girtiyên siyasî yên ku înfaza xwe temam kirine, bi hincetên cur bi cur berdana wan tê astengkirin. Yek ji van girtiyan jî Atîlla Coşkûn ê 35 salî ye ku di Girtîgeha Duzce ya Tîpa T'yê de ye.

Coşkûn ji sala 2015'an ve girtiye û ji ber ku tumor li ser mejiyê wî ye di nav lîsteya "girtiyên nexweş ên rewşa wan xedar" a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye. Diviya bû Coşkûn 6 meh berê bihata berdan, lê bi hinceta cezayên "dîsîplînê" nayê berdan. Parêzerên wî hewl didin îtiraz bikin.

Bav Teyfîk Coşkûn bertek nîşan da. Coşkûn, da zanîn ku kurê wî beriya 2015'an jî 2 sal û nîvan di girtîgehê de maye û got: "Kurê min ji sala 2015'an ve piştî cezayê wî hat pesendkirin di girtîgehê de ye. Li vî welatî heq û hiqûq tune ye.

Îdareya girtîgehê li gor qafê xwe hereket dike. Li girtîgehê gava girtiyek doza heqê xwe bike, hema di cî de cezayê hucreyê dibirin. Gava min ji kurê xwe tu yê bê berdan, 15 roja cezayê hucreyê lê birîn."

Niha bi sedan kesên wekî Atîlla di girtîgehê de ne

Coşkûn, anî ziman ku ji ber nexweşîna li kurê wî peyda bûye tim serê kurê wî diêşe û kurê wî dikare bi rêbazine baş ên dermankirinê baş bibe, lê ev yek li girtîgehê ne pêkan e. Coşkûn, destnîşan kir ku ji bo nexweşîna kurê wî girantir nebe demildest divê bê dermankirin û got: "Ev nexweşî, nexweşîyeke talûke ye. Gava kurê min ji bo biçe ser bijîşk serlêdanê dike, lê serlêdan û giliyên wî esas nayên girtin. Ew çawa û kengî bixwazin wisa û wê çaxê wî dibin nexweşxaneyê. Li girtîgehê rewşa kurê min qet nebaş e. Niha bi sedan kesên wekî Atîlla di girtîgehê de ne."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.