Cezayê bidarvekirinê ku rejîma Îranê dabû 4 girtiyên kurd, hat erêkirin. Girtiyên Kurd ên bi navên Muhsîn Mazlum, Mihemed Faramerzî, Wafa Azerbar û Pêjman 6 meh berê li Îranê hatibûn girtin û cezayê bidarvekirinê li wan hatibû birrîn. Cezayê wan ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Girtiyên Kurd bi îdiaya “Hevkariyê bi Îsraîlê re dikin” tên sûcdarkirin. Hat zanîn ku destûr nayê dayîn ku girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.
MA/WAN