- Çalakgerên greva birçîbûnê bi cezayê dsîplînê ji nû ve tên cezakirin, û bi xwarina li hepsan tê amadekirin jî siheta wan dikeve tehlûkeyê. Li Xarpêtî jî rêvebeirya hepsa dewleta Tirk zimanê Kurdî, kir zimanê nayê fêmkirin û girtiyên jin ji ber wê kirin ber lêpirsînê.
Grevên birçîbûnê yên li hepsên dewleta Tirk ên li dijî tecrîdê û şêkenceya li dijî girtiyan, ketin roja xwe ya 270’yî. Helwêsta kêfî yên îdareyên hepsan her zêde dibin li dijî çalakgeran. Hikûmeta dewleta Tirk jî ti gava erênî naavêje, bi zêdekirina erkên îdareyê, hewl dide pêşiyê li çalakiyan bigire. Li Xarpêtê ji ber ku bi Kurdî stran gotine, îdareya hepsa dewleta Tirk, girtiyên jin xistin ber lêpirsînê. Navê Kurdî jî careke din kir, "zimanê nayê fêmkirin".
Greva birçîbûnê ya bêdem û bi dor a li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan li girtîgehan dewam dike. Grevê 27'ê Mijdara 2020’an dest pê kir û 5 rojan carekê bi dor pêk dihat. Ji 14'ê Tîrmehê ve dor her 15 rojan carekê ye.
Çalakî bi koma 49'an di roja 270’yî de ye. Greva birçîbûnê ya li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê jî ji 18'ê Kanûnê ve dewam dike. Li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî greva birçîbûnê ya bi dor û bêdem di roja 232’yan de ye.
Cezayê dsîplînê çoyê destê wan e
Hevseroka Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Destîna Yildiz li ser li mijarê ji ANF'ê re axivî û kirinên rêveberiyên hepsan rexne kirin. Destîna Yildiz got, "Piştî bidawîbûna dora çalakiyê, li şûna xwarina diyetê, xwarina normal didin girtiyan. Ev yek jî bandoreke nerênî li siheta girtiyan dike. Ji ber ku dema çalakiyê ya girtiyan zêde bûye, di mijara xwarinê de divê bi baldarî tevbigerin. Ev yek heyatî ye, lê ne xema rêveberiyên girtîgehan e. Berê ji ber ku 5 rojan carekê bû, girtiyan kontrola mezin a tenduristiyê nedida kirin, lê belê ji ber ku niha dema dorê dirêj bûye û li pey hev tê, pêwîst e di vê mijarê de bêhtir baldar bin."
Parêzer Yildiz destnîşan kir ku rêveberiyên girtîgehan serê xwe bi rewşa tenduristiyê ya girtiyan naêşînin û bi ser de jî cezayên dsîplînê jî zêde kirine: "Cezayên dsîplînê roj bi roj zêde dibin. Ev yek rastiyek e, ya ku divê bi baldarî û girîngî nêzî mijarê bibe hikûmet bi xwe ye. Hem em hewl didin deng û daxwazên muwekîlên xwe, hem jî ew bi çalakiya xwe hewl didin dengê xwe bigihînin raya giştî. Hikûmet li şûna ku tiştekî bike, bi erkên ku dide rêveberiyên girtîhan, cezayên dsîplînê weke çoyekî bi kar tîne."
Stranên Kurdî ketin ber lêpirsînê
Li Hepsa Xarpêtê, derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û 8 girtiyên din ên jin de bi hinceta stranên bi Kurdî gotine, lêpirsîn hat destpêkirin.
Binpêkirinên mafan ên li Hepsa Xarpêtê ya Jinan, dewam dikin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Cihgira Seroka Giştî ya Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Fethiye Ok Çîçek û 6 jinên din girtî ketin ber lêpirsîna dsîplînê ya rêveberiya hepsa Xarpêtê. Hinceta lêpirsînê jî ew e ku girtiyên jin bi Kurdî stran gotine. Lê rêveberiya hepsê têra xwe dîqet kiriye û navê Kurdî hilnedaye. Ji bo wê girtiyan li ber stranên "bi zimanekî nayê fêmkirin" govend gerandiye. Li gorî rêveberiyê, wan bi heamn zimanê nayê fêmkirin sirûd jî gotine.
ANF / STENBOL