- Rêveberiyên Hepsa Tarsûsê ji ber ku govend gerandin li girtiyên qawişekê hemûyî cezayê disîplînê birrî. Girtî Agît Tekîn dibêje, armanca rêveberiyê ew e ku tehliyekirina girtiyan asteng bike.
Dewleta Tirk û dijminahiya wê ya li dijî Kurdî û çanda Kurdan, di zindanê de jî ti bend û sînoran nas nake. Rayedarên hepsa Tarsûsê li girtiyê Kurd Agît Tekîn ji ber ku govend gerand, cezayê disîplînê birrî.
Dewleta Tirk beriya niha jî gelek caran li hepsan ji ber axaftina bi Kurdî, gotinan stranan bi Kurdî cezayên cihê li hepsiyan birrîbûn. Herî dawî ji ber gotinan stranên bi Kurdî li hepsa Elezîzê, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla
Guven û 8 girtiyêndin ên jin ketibûn ber lêpirsîna disîplînê.
Di sedema lêpirsîna disîplînê de navê Kurdî jî nehatibû hildan û Kurdî weke “Zimanê mirov jê fêm neke” hatibû terîfkirin.
Berê li fîqînê niha li govendê
Agît Tekîn li Hepsa Tarsûsê ragirtiye. Wî diyar kir ku rayedarên hepsê bi hinceta gerandinê govendê, cezayê dîsîplînê li wî hepsiyên din birriye.
Girtî Agît Tekîn ê li Hepsa Tîpa T a Hejmara 2 a Tarsûsê ya Mêrsînê ragirtiye, di hevdîtina telefonê de ya ku bi malbata xwe re kir, behsa binpêkirinên mafan ên di vê hepsê de kir.
Tekîn, bi bîr xist ku rayedarên hepsê cezayê disîplînê li wan birriye û got, “Ji ber ku me di qawîşa xwe de govend gerand, em hemû xistin ber lêpirsîna disîplînê. Piştî lêpirsînê jî ceza li me birrîn. Me îtîrazên pêwîst kirin. Li dozgeriyê jî me gilî kir.
Rêveberiya hepsê, bi cezayên disîplînê yên keyfî hewl dide înfazên me bişewitîne.”
Armanca rêveberiyê hepsê diyar e, ew e ku nehêle, hepsî piştî ku cezayê wan qediya karibin bên berdan.
Di nûçeya me ya 27´ê Tebaxê de jî me behsa Firat Can ê li Hepsa Tîpa T a Denizli ragirtî kiribû. Desteya ku biryara infazê dide, beriya ku Firat Can tehliye bibe bi çend rojan jê re got, “Bibêje, ez poşman im û biçe qawîşa girtiyên edlî” tê bê berdan. Hepsên dewleta Tirk bi her awayî veguherîne çerxên çikandina îradeyê ku xwe li ti tişta Kurdî ranagirin.
MA/EDEN