Cewhera gerîlatiyê kire esas

În 11 Cotmeh 2024 - 02:55

HPG'ê ragihand ku gerîlaya YJA Starê Ezda Îsyan şehîd bûye û got, "Bi fedakarî û kedkariya xwe jiyana li ser bingeha cewhera gerîlatiyê ji xwe re kir esas." Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:"Jina leheng a gelê me yê Wanê û milîtana hêja hevrêya me Ezda Îsyan di Çileya 2024’an de li Botanê şehîd bû. Hevrêya me Ezda ya nirxeke mezin da her kêliya jiyana gerîla ku weke ji nû ve zayînê rave dikir û bû xwedî tevlîbûneke çalak, bi kesayeta xwe ya fedakar û kedkar jiyankirina cewhera gerîlatiyê esas girt. Hevrêya me ya ku bi zanebûna wateya gerîla ji bo gelê me her tim xwest bibe xwediyê têkoşîneke hê mezintir û bi bandor, ji bo vê ji guhertinên girîng ên li kesayeta xwe bigire heta tevlîbûna li çalakiyên bi bandor ên li dijî dijmin, di gelek qadên têkoşînê de cih girt. Weke gerîlayekî YJA Starê bi îradeya xwe pêvajoyên herî zehmet ên têkoşînê bi awayekî serkeftî derbas kir û bû şervaneke azadiyê ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve hat hezkirin û rêzgirtin. 

Hevrêya me Ezda li navçeya Şax a Wanê ku yek ji navendên girîng ên berxwedana Kurdistanê ye di nava malbateke girêdayî çand û kevneşopiyên Kurdî de jidayîk bû. Di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Şaxê ku lê ji dayik bû û mezin bû, bi tevlîbûna li nava refên gerîla armanca xwe ya herî mezin pêk anî. Hevrêya me Ezda ya ku xwe bi keda xwe ya bê hesab afirand, bi kesayeta xwe ya dirust û jidil di dilê hemû hevrêyên xwe yên têkoşînê de cih girt. Hevrêya me Ezda ku di heman demê de di şert û mercên zehmet de jî ji biryardarî û ezîma xwe ya têkoşînê tawîz neda û weke gerîlayekî YJA Starê bersiva pêwîst da dijminê qirker, cihê xwe di dîroka azadiya gelê me de girt."Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Ezda Îsyan bi vî rengî ye:

Ezda Îsyan (Gewrê Semo), li Wanê jidayîk bûye, Çileya 2024’an li Botanê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.