Çeteyên dewleta Tirk pêr 2 sivîl ji şêniyên gundê Anqelê li Efrîna dagirkirî revandin. Bi vî awayî, di nava 10 rojan de bi kêmanî 28 sivîl li Efrînê hatin revandin.

Li gorî çavkaniyekî ji hundir navçeya Şiyê ragihand ku çeteyên bi navê "Polîsên leşkerî" ên girêdayî dewleta Tirk pêr 2 ji şêniyên gundê Anqelê revandin.

Li gorî çavkaniyê navê kesên hatine revandin ev in: Ibrahîm Hisên Êlîko (32), Delîl Reşîd Êlîko(28). Her wiha çavkanî da zanîn ku aqûbeta kesên revandî diyar nîne.

10 rojan 28 kes revandin

Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê jî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk li Efrînê di 10 rojên borî de 28 kes revandine û 11 jê jin in.
Kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên mîna revandin, girtin, xwestina fîdye, talan û dizî li herêmên dagirkirî her roja diçe zêdetir dibe.
Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo da zanîn ku navê kesên hatine revandin weha ne: Gulê Nûrî Reşîd, Mewlûde Mihemed Cabo, Helîme Mûsa, Culye Asya û Mihemed Caro ji gundê Gazê yê navenda Efrînê, Ayşe Hiso Hemîd, Ferîde Mihemed Hisên, Emîne Hemîd Henan, Şefîqe Mihemed ji gundê Baflorê yê navçeya Cindirêsê.

Jinek jî kuştin

Li gorî rêxistinê, çeteyên koma El-Hemzat jinek bi navê Ayşe Mihemed a ji parêzgeha Humsê jî kuştine.
Berî niha 30’ê Mijdarê ‘polîsên leşkerî’ yên girêdayî çeteyan li navçeya Raco ya Efrînê jî sivîlên bi navê Xelîl Mihemed Şeban (60), Rifet Hisên Mihemed (43) û Omer Beyrem Elo (65) direvînin. Malbata Xelîl Şeban ji bo berdanê 338 hezar lîreyê Sûriye didin heta Xelîl diberdin, lê aqûbeta Rifet û Omer jî hê nediyar e.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 sivîlên ku berê revandinbûn ên bi navên Ehmed Arif îbiş û Hesen Arif Oso piştî ku malbatên wan ji bo her yekê 522 hezar lîreyên Sûriyê dane berdan.

ANHA/ŞEHBA