Çeteyên Sûrî hîna li Lîbyayê ne

Sêşem 5 Cotmeh 2021 - 01:16

Wezîra karên derve ya hikumeta yekitiya nîştimanî ya Lîbyayê Necla Menqûş ragihandibû ku beşek ji hêzên biyanî û çeteyan ji Lîbyayê derketine. SOHR’ê destnîşan kir ku çeteyên Sûrî yên girêdayî dewleta Tirk hîna li Lîbyayê ne. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) piştrast kir ku çeteyên Sûrî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hîna li baregehên xwe yên leşkerî li Lîbyayê ne. Di çend rojên dawîn de derdora 90 çete ji herêmên dagirkirî yên Sûriyê derketin û çûn Lîbyayê. Li gel wê jî bi heman hejmarî çete vegerîn Sûriyê.

Pêr wezîra karên derve ya hikumeta yekitiya nîştimanî ya Lîbyayê Necla Menqûş ragihandibû ku hin komên çekdarên biyanî ji Lîbyayê derketine. Lê SOHR’ê ev daxuyanî derewand û got çete hîna li baregehên xwe ne. 

ŞAM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.