Çeteyên Roj ciwanekî Zêbarî revand

În 5 Tebax 2022 - 22:36

  • Çeteyên Roj ciwanê bi navê Samir Nasih Îbrahîm yê ji eşîra Zêbariyan, li bajarokê Dînartayê revand.

Çeteyên Roj ciwanê bi navê Samir Nasih Îbrahîm yê ji eşîra Zêbariyan, li bajarokê Dînartayê revand.

Çeteyên Roj ên ser bi PDK’ê ev du sal in li herêma Zêbariyan nuqteyên kontrolê danîne. Wan li ciwanekî ji eşîra Zêbariyan revand.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên agahdar, navê ciwanê hatiye revandin, Samir Nasih Îbrahîm e û ji gundê Heştka yê Dînartê ya ser bi Akrê ye.

Hate gotin, çeteyên Roj ên ser bi PDK’ê, piştî ku Samir Nasih girtine, ew radestî hêzên taybet yên Akrê kirine. 
Çavkaniyeke din a ewle ya ji herêmê ragihand ku çekdarên PDK’ê hewl didin bi bahaneyên cuda welatparêzên Behdînanê bikin nezaretê yan jî birevînin.

PDK berê jî li Şêladizê û herêmên din gelek welatparêz û çalakvanên Behdînanê bi bahaneyên cuda girtibûn û heta niha jî gelek ji wan li girtîgehên PDK’ê ragirtî ne. Devera Dînartê ser bi navçeya Akrê ya parêzgeha Dihokê ye.

Herêm ev nêzî du salan e ku bi temamî ji aliyê hêzên PDK’ê û çeteyên Roj ve hatiye milîtarîzekirin.

DIHOK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.