Çeteyên DAÎŞ'ê avêtin ser gund

Şemî 13 Kanûn 2025 - 03:10

Çeteyên DAÎŞ'ê bi şev avêtin ser gundê Bedir ê li başûrê Tikrîtê. Di encamê de serokê berê yê encûmena gund hate kuştin.

Li gorî medya Iraqê bi şev çeteyên DAIŞ’ê li gundê Bedir ya dikeve Başûrê Tikrîtê, avêtine ser mala serokê berê yê Encûmena Gund.

Heman çavkaniyê ragihand ku di encamê de çeteyan serokê berê yê Encûmena Gund, Fexrî Ebasî di mala wê de qetil kirine.

Li gorî daxuyaniya walitiya Selahedînê jî, Fexrî Ebasî di encama êrişek terorî de hatiye kuştin û hate gotin; “Di sala 2021’ê de çeteyan êrişî malbata Fexrî kiribû û hemû malbata wî qetil kiribûn. Tenê Fexrî wê demê ji êrişê rizgar bibû.”

Dema êrişê balkêş bû, di 10’ê vê mehê de hikumeta demborî ya Iraq û hêzên ewlekariyê bi boneya serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ’ê, gelek peyam weşandin. Lê bi vê êrişê re tê dîtin ku hîn jî metirsiya çeteyên DAIŞ’ê ya li Iraqê dewam dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.