Komên girêdayî dewleta tirk li Efrînê 2 jinên ciwan û malbatek revandin. Çarenûsa kesên hatin revandin ne diyar e.

Dewleta Tirk 18'ê Adara 2018'an Efrîn dagir kir. Ji hingê ve hêzzên dagirkeriyê kiryarên ne mirovî yên weke revandin, êşkence, qetlîam, dizî, talan û guhertina demografîk pêk tînin. Tevî ku Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê kiryarên dewleta Tirk belge kirine jî heta niha ti rêxistinê helwêstek li dijî sûcên dewleta Tirk nîşan nedaye. 

Li gorî çavkaniya ji Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, îstixbarata dewleta Tirk jina ciwan a bi navê Fatma Mihemed Reşkêlo ya 16 salî ji gundê Moseko yê navçeya Reco ya Efrînê 21'ê Kanûna 2020'an revandiye. Komên çeteya Ehrar El-Şerqiyê alîkarî dane hêzên Tirk.

Rêxistinê wekî da dazanîn ku çeteya bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê malbatek ji niştecihên gundê Kefer Şîlê ya Efrînê revandiye. Kesên revandî Ednan Cimo (50), Fatma Mehmûd (50), Aliye Cima ya 13 salî û Rizgar Ednan ê 25 salî ne. Ev malbat radestî koma çete ya bi navê El-Hemzet hatine kirin.

Li gor çavkaniya ji Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, heta niha çarenûsa malbat û jina ciwan, her wiha sedemên girtina wan ne diyar in.

JINNEWS/ŞEHBA