Çeteyan alîkarî dizî

Pêncşem 9 Sibat 2023 - 01:17

  • Hat zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînî rêgiriyê dikin li gihandina alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê de. Çeteyên dagirkeriya Tirk, li Cindirêsê alîkariya gihîşt navçeyê dizî.

ROJ DENÎZ/ANF/ŞEHBA

 

Şêniyek ji navçeya Cindirêsê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker rê li ber derbasbûna alîkariyê ya ji bo navçeya Cindirêsê digire û got, zêdetirî 70 avahî bi temamî hilweşîne û tîmên rizgarkirinê jî nikarin bikevin navçeyê.

Li gorî agahiyên çavkaniyeke herêmî ji navçeya Cindirêsê ya herêma Efrînê ya dagirkirî, zêdetirî 70 avahî hene ku tîmên rizgarkirinê neşandine ji wan re.

 

Ereban rizgar dikin, Kurdan na

Hat diyarkirin ku zêdeyî 150 Kurdên resen ên Efrînê li navçeya Cindirêsê di bin avahiyan de jiyana xwe ji dest dane û dibe ku hejmar ji vê zêdetir bibe û pirraniya kesên hatine rizgarkirin ji pêkhateyên Ereb in, yên ku piştî dagirkirina Efrînê hatin di Efrîn de bi cih bûne.

 

400 cenazeyên li nexweşxan

Li gorî çavkaniyan çeteyên dewleta Tirk nahêlin rojnamevan û xebatkarên saziyên ragihandin derbasî nexweşxaneyên Efrînê bibin. Heman çavkaniyên ji Efrînê didin zanîn ku Telefona hemşîre û bijîşkan ji wan hatiye stendin û çete nahêlin ew ji nexweşxaneyan derkevin. Li gorî agahiyan, zêdetirî 400 cenazeyên nenas li nexweşxaneyan hene û her ku diçe hejmar zêde dibe.

 

Dewleta Tirk dîsa rêgir e

Li gorî heman çavkaniyê daye xuyakirin, dewleta Tirk a dagirker rê li ber ketina alîkariyan a ji bo navçeya Cindirêsê jî digire. Heta rêxistinên alîkairyê nikarin av û pêdiviyên sereke jî bigihînin navçeyê. Her wiha baregehên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê jî guh nadin xelkê. Xelk ji van baregehan doza alîkariya insanî dike û ev baregehên dagirekiriyê, van bangan red dike.

 

Çeteyan alîkariya xelkê dizî

Çavkaniyê her wiha da zanîn ku pêr bi şev, wesayîtên alîkariyê ji deriyê Bab El-Hawa ketine nava bajarê Efrînê. Lê dema ji wir gihiştine navçeya Cindirêsê, çeteyên ser bi dagirkeriya dewleta Tirk ev wesayîtên alîkariyê desteser kirine û alîkariyên ji bo xelkê yên di wesaîtan de jî dizîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.