Çeteyan 14 kes revandin

Şemî 9 Adar 2024 - 00:34

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3’yê Adarê welatiyê bi navê Îzet Xelo yê ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê revand. Di 3 rojên dawî de jî li Cerablusê 13 kes hatin revandin. Hat ragihandin ku kesên hatine revandin koçberên çûbûn Tirkiyeyê û bi darê zorê berê wan dane herêmên dagirkirî ne. Xelk dema ji sînor hatine derbaskirin çeteyan ji wan xerac xwestiye, lê wan qebûl nekiriye û li ser vê yekê hatine revandin. Li navçeya Şiyê ya Efrînê jî çeteyan dest danîn ser malên 3 kesên Kurd û ew ji malên wan derxistin. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê, navên kesên ku malên wan hatine desteserkirin wiha ne: Seydo Hec Îbrahîm Şêxo, Hesen Mistefa Çolaq û Osman Ebdo Zelxa.

Li gorî rêxistina mafên mirovan çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji destpêka sala 2024’an ve tenê li Efrînê 8 kes qetil kirin, 87 kes revandin û bi sedan dar birîn. Di meha Çileyê de 4 kes ji aliyê çete û dagirkeran ve hatin qetilkirin û zêdekirî 50 kesên ku jin û zarok jî di nav de hene hatin revandin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Sibatê de 4 kes qetil kirin, 27 kes jî revandin û 800 dar birîn. 7’ê Adarê çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabatayê 4 xwendekar revandin. 4’ê Adarê artêşa Tirk a dagirker li heman navçeyê 3 kes revandin. 5’ê Adarê jî çeteyan li gundê Bîbîka yê navçeya Bilbilê 3 kes revandin û ew birin cihekî nediyar.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.