Çete Efrînê talan dikin

Pêncşem 8 Hezîran 2023 - 14:28

Li Efrîna dagirkirî sûcên dermirovî, qirkirin û talankirina xwezayê û guhertina demografîk bê navber dewam dikin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên ji navçeya Şêrawayê, çeteyên dagirkerên Tirk ên bi navê Firqet El Hemzat, li gundê Eyn Dara yê navçeyê 650 darên hinaran birrîne, da ku bikin êzing û bazirganiyê pê bikin.

Çavkaniyan diyar kir ku darên hatine birrîn ên welatiyê bi navê Mihemed Elî Hemkiro yê ji gundê Gurzêlê yê Şêrawayê ye.

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.