Çete êdî malbatan direvînin
Sêşem 2 Çile 2024 - 06:35
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li navenda bajarê Efrînê malbatek revand. Li Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, sûcên revandin û guhertina demografiyê bê navber dewam dikin. Çavkaniyan da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di roja ewil a sala nû de malbatek ji mala wan revand. Çeteyan jina bi navê Ferîda Îbrahîm, hevjînê wê Delîl Hebeş û 2 zarokên wan ji mala wan a li nêzî Çerxerêya Neworz a li navenda bajarê Efrînê (ku navê kirine Çerxerêya Selahedîn) revandin û birin cihekî nediyar.
Ferîda Hebeş a 27 salî ji gundê Meydan Ikbis, hevjînê wê Delîl Hebeş ê 32 salî jî ji navçeya Raco ye.
ANHA/HELEB