Çete anîn Hewlêrê

În 5 Adar 2021 - 01:44

  • Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ya li Başûrê Kurdistanê, ji bo serdana şandeya Îtilafa Nîştimanî ya Sûrî ya bi serkêşiya Nesir El-Herîrî li Hewlêrê got: “Serdanê zirarê bide doza Kurd û li hember danûstandinên kurdî li Rojavayê Kurdistanê astengiyek e." 

Şandeya ‘Îtilafa Nîştimanî ya Suriyeyê’ ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker  û serçeteyê wê Nesir El Herîrî ev sê roj in li Hewlêrê ye. Li Hewlêrê li gel ENKS’ê û Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî civiya.

18 rêxistinên hiqûqî û sivîl serdana Nesir El-Herîrî û şandeya pê re ya li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û diyar kirin  ku destê wan di xwîna bi hezaran Kurdan de heye.

18 rêxistinên hiqûqî û sivîl ên li Sûrî û derveyî Sûrî bi daxuyaniyekê bang li serokatiya Herêma Kurdistanê, parlamanto, hikumet û xelkê wê kirin û diyar kirin ku serdana Nesir El-Herîrî ya bo herêmê di serî de biçûkxistina gelê Kurd û şehîdan û tevahî mirovahiyê ye.

Komeleya Parastina Gelên di bin Gefkirinê de – Elmanya, Navenda Lêkolînên Qanûnî, Desteya Qanûnî ya Kurdî, Saziya Êzîdiya, Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn-Sûriyê, Afrin Media Center, Yekitiya Parêzerên Efrînê, Saziyên Civaka Sivîl li Herêma Şehbayê, Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêxistina Mahabad a Mafê Mirovan, Foruma Elmanî-Kurdî, Komeleya Civaka Kurd li Stuttgart, Yekitiya Êzîdiyên Sûriyê, Saziya Civaka Sivîl a Kurdî li Ewropayê, Koma Xebatê ji bo Efrînê, Efrîn Post, Komeleya Hêvî ya Kurdî-Belçîka, Kurdisch Antenna Network.

Dixwazin derbê li Xweseriyê bidin

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ya li Başûrê Kurdistanê, li ser serdana şandeya Îtilafê ya Hewlêrê bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe diyar kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin, serdana şandeya qaşo Îtilafa Nîştimanî ya Sûrî ya bi serkêşiya Nesir El-Herîrî ya Hewlêrê, wê zirarê bigihîne doza Kurd û astengiyan li pêşberî danûstandinên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê pêk bîne.
Di daxuyaniyê de tê bi bîr xistin ku ev vexwendina El-Herîrî û şandeya pê re ji aliyê PDKʼê ve di demekê de pêk tê ku Rojavayê Kurdistanê di merheleyên hesas û xeternak re derbas dibe, nexasim dagirkirina herêmên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi beşdariya Îtilafê ya bi serkêşiya El-Herîrî tê destnîşankirin û tê gotin, van kesan xwe avêtin hembêza dewleta Tirk û bi rêbazan hemûyan û sûcan hewl didin derbê li projeya neteweya demokratîk bidin.

Ev şirîkê sûc in

Di daxuyaniyê de weha tê gotin: “Em nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Başûrê Kurdistanê dibînin ku ev serdan bi niyetên hevbeş ên ku zirarê bi berjewendiyên gelê Kurd, Bakur û Rojhilatê Sûrî dikin, pêk hat. Ev hevdîtin bi rihê neteweyî û welatparêziyê re li hev nayê, bi taybet piştî koçberkirina bi hezaran gelê me ji herêmên xwe, ji ber siyaset û lihevkirina Îtilafê bi dewleta Tirk re. Ev Îtilaf îro perwaza siyasî ya terorê li Sûriyê ye û di nava Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê û çeteyên DAIŞ’ê de baskên wê yên leşkerî hene û tev li şerên li herêmên dîtir mîna Lîbya û Azerbaycanê bûn. Her wiha tê zanîn ku qirkirinên ev çeteyên girêdayî Îtilafê li dijî şêniyên me li herêmên ku dewleta Tirk, dagir kirine, ji sûcên şer in û şermeke li eniya mirovahiyê ye. Serdan û rêbaza pêşwazîkirinê ya ji hêla Hewlêrê ve, erêkirineke li ser karê ku Îtilaf li Rojavayê Kurdistanê pêk tîne. Ev yek nakevin berjewendiyên gelê Kurd û gelê Sûriyê."


Dixwazin ezmûna Rojava tine bikin

Siyasetmedarê Kurd Elî Kerîmî jî li ser çûna şandeya Îtilafê ya Hewlêrê diyar kir ku armanca hatina şandeya ‘Hevpeymaniya Nîştimanî ya Surî’ ya li Hewlêrê ji bo tinekirina ezmûna Rojevayê Kurdistanê ye û got, cihê vê şandeyê timî di bin konê Barzanî de heye. Kerîmî got: “Ev ne cara yekem e ku şandeyên wiha nekêrhatî û bi kîn tên Hewlêrê û wê ne cara dawî jî be. Ev qet nebûne dostê doza Kurd û timî cihê wan di bin konê eşîra Barzanî de hebûye. Bi serokatiya Nesir Herîrî hatina vê şandeyê ku çeteyekî MÎT’a Tirkiyê ye, dixwazin ji bo rêveberiya Xweser a Rojevayê Kurdistanê pirsgirêkan çêkin û ezmûna wê tine bikin. Vê jî dixwazin vê jî bi hîle û stratejiya Tirkiyeyê bikin.”

Kerîmî bi bîr xist ku Îtilaf beşdarî şerê li Efrînê, Serêkaniyê û Girêspî bûye û got: “Îtilaf ji çeteyên ser bi dewleta Tirk pêk tê û ENKS jî tevlî bûye. Di sala 2018’an de tevlî êrişên dagirkeriya Efrînê bû. Piştre jî di sala 2019’an de tevlî dagirkerina Girê Spî û Serêkaniyê bû.

Em ê efû nekin

Koçberên Efrînê jî nerazîbûna xwe li hemberî serdana şandeya Îtilafê nîşandan û xwestin gelê Başûr li hemberî siyaseta PDK`ê helwest nîşan bide û gotin, Pêşwazîkirina çeteyên Îtîlafa Sûriyê li Başûrê Kurdistanê dikeve xizmeta ajande û berjewendiyên dagirkeriya Tirk.

Hesen Birko ji şêniyên navçeya Cindirêsê ye û niha li kantona Şehbayê ye der barê mijarê de got: "Hevkariya PDK'ê ji deh salan ve didome. Di sala 1992'yan de PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re li hev kir ku di bin navê operasyona Sandwîç de êrişî HPG`ê kir. Her wiha derfet da ku artêşa Tirk û istixbarata Tirkiyê baregehên xwe li Başûrê Kurdistanê ava bikin. Îro jî serokê qaşo bi navê Îtilafê yê ku jin û zarokên me li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kuştin.

Şêniyê bi navê Ednan Şêx Mihemed ku niha li Şehaba dimîne got: "Êrîşên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi destê çeteyên bi navê `Artêşa Niştimanî ya Sûriyê` bûn. Şêx Mihemed bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî siyaseta PDK'ê ya pêkanîna ajandeya dagirkeriya Tirk bisekinin.

Rebîa Weqas jî got: "Ez ê çawa bikarim wî efû bikim, piştî ku birayên min li ser destên wî di operasyona Sandwîç de şehîd bûn û niha jî Nesir El-Herîrî pêşwazî dikin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.