Çete alîkariyê didizin PDK hewarê asteng dike

În 24 Sibat 2023 - 00:43

  • Li Efrînê dagirker alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê didizin. PDK jî bi girtina deriyê sînor ê Pêşxabûrê li alîkariya insanî ya ji bo mexdûrên erdhejê, rewşê xirabtir dike.  

Erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyeyê 6`ê Sibatê rû da, bandoreke giran li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî jî kir. Lê esas, zerara mezin ne erdhejê, lê hêzên dagirker li xêlkê kirin. Hêzên dagirkeriyê yên delweta Tirk û çeteyên wê hewar û alîkarî asteng kirin. Alîkariya ku hiştin bikeve herêmê jî dizîn. Alîkariya ku ji bo Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî li Başûrê Kurdistanê jî hatibû berhevkirin, lê siyaseta PDK´ê aliqî. Heyva Sor a Kurd da zanîn ku herî dawî 21´ê Sibatê PDK´ê deriyê sînor li derbaskirina karwanekî alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê girtiye. 

Li Cindirêsê pirraniya xaniyan hilweşiyan û di hewarê de cudarkeriyeke mezin hat kirin. Niha jî heta bi alîkariyên ji xêlkê wê re hatine şandin jî ji aliyê çeteyên dagirker ve têne dizîn.

Şêniyê bi navê Hesen Ebdurehman Tilato yê ji navçeyê, bi rêya dîmenekê kiryarên çeteyên dewleta Tirk eşkere kirin ku alîkariyên mirovî yên ji aliyê gelek dewletan ve ji mexdûrên erdhejê re hatine şandin, didizin.

Tilato destnîşan kir ku komên çete û “meclisa herêmî” madeyên xêrxwaziyê, çadir û alîkariyên din ên ji mexdûran re hatine pêşkêşkirin, dizîne.

Her wiha diyar kir ku çete navên mexdûran qeyd dikin lê alîkariyan nadin wan.

 

Çete nahêlin alîkarî bigîhîje Kurdan

Li aliyekî din şêniyên Kurd ên ji Cindirêsê ku mexdûrên erdhejê ne, diyar dikin ku çete nahêlin alîkarî bigihîje wan.

Di dîmenên nû ku li ser medya dijîtal hatine weşandin, êşa şêniyên Kurd ên li navçeyê nîşan dide. 

Di dîmen de jineke Kurd tevî hin kesan li kolanekê li ber agir rûniştiye û dibêje ‘Em bê mal in.’’

Herwiha jineke din li kêleka kavilan tevî 3 zarokên xwe rûniştiye û li gorî kesê di dîmen de diaxive, navê zarokên wan Lava, Fatma û Cano ne û di erdhejê de dayîka wan jiyana xwe jidest daye, rewşa bavê wan jî giran e û li nexweşxaneyê ye. 

Kesê ku di dîmen de diaxive, bi awayekê ne eşkere behsa cihêkariya li dijî Kurdan dike ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê alîkariyê nadin wan. Lê didin kesên ji derveyî herêmê hatine û li şûna şêniyê resen ên deverê bicîh bûne. 

 

PDK alîkariyê asteng dike

Heyva Sor a Kurd diyar kir ku PDK rê nade karwanên alîkariya mirovî yên ji bo mexdurên erdhejê di deriyê Pêşxabur re derbasî Rojavayê Kurdistanê bêne kirin.

Heyva Sor a Kurd 22'ê Sibatê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku li deriyê Pêşxabûrê (di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de li aliyê Başûr) destûr nayê dayin ku alîkariyên mirovî yên herêmî û navneteweyî bikevin herêmê û bigihîjin herêmên Sûriyeyê yên ku erdhej lê çêbûye.

 

Baweriya navneteweyî bi me heye

Daxuyaniya Heyva Sor a Kurd wiha ye;

"Ji ber erdheja 6'ê Sibatê, karesatek mirovî ya mezin çêbû û zirarên mezin gihaştin gelê herêmê. Civaka herêmî û navneteweyî ji bo pêşkêşkirina alîkariyên madî û manewî ji mexdûrên erdhejê re hewldanên mezin dan. Ji ber ku baweriya wan bi Heyva Sor a Kurd tê, xwestin ev alîkarî bi rêya wê bigihîjin herêmên erdhejan.

 

Divê hemû derî bên vekirin

Lê mixabin, bêyî ku sedem bên zanîn, em rastî gelek astengiyan tên. Herî dawî 21`ê Sibatê derbasbûna karwanekî alîkariyên mirovî ji aliyê deriyê Pêşxabûr û desthilatên girêdayî wê ve hat astengkirin.”

Heyva Sor a Kurd mîna van biryaran red dike û bê wate dibîne û mafê wan e ku alîkariyên ji aliyê civakên baweriyê bi wan tînin û tên şandin, bigihînin herêmên tên diyarkirin.

Divê aliyên derbaskirina alîkariyan asteng dikin, ji biryara xwe paş de vegerin û ji bo alîkariyê hemû derî û rêyan vekin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.