Cerdevanan dest li ser zeviyan danîn

În 14 Hezîran 2024 - 00:18

Li gundê Karacaoren ê navçeya Heweng a Rihayê cerdevanan dest danîn ser zeviyên gel. Tevî îtiraza gundiyan û biryara dadgehê jî cerdevan zeviyan bi kar tînin û gefê li gundiyan dixwin. Gundî dibêjin ku mesele çareser nebe dibe ku xwîn birije.

Li gundê Karacaorenê yê navçeya Heweng a Rihayê cerdevan Fedîl Çakmak, Şeydî Çakmak, xizmên wan Ramazan Kîraz, Fethî Ozaydin, Ziya Guleç zeviyê xezîneyê yê ku ji aliyê gundiyan ve dihate bikaranîn ji bo salên 2023 û 2024'an ji Midûriyeta Daristan û Çandiniyê ya Bajê a Ûrfayê deman kirin. Lê belê gundî li ber vê biryarê rabûn. 

Gefê li gundiyan dixwin

Li ser vê yekê Walîtiya Ûrfayê ev mijara demankirinê rawestand. Li gel biryarê jî cerdevan hîn jî zeviyê ji 950 donimî bi kar tînin. Cerdevan xwe dispêrin sercerdevan Mehmet Çakmak ku xizmê wan e û li Fermandariya Jendermeyan a Tûtlûcayê cerdevan e. Cerdevan Mehmet Çakmak gefê li gundiyan dixwe ku wan binçav bike.

Dibe ku xwîn birije

Ji bo zeviyê ku cerdevanan dest danîne ser di şerekî beriya 33 salan de cerdevanan bi çeka dewletê kesek qetil kiribûn. Gundiyan têkildarî mijarê serî li Fermandariya Jendermeyan a Bajêr dabûn, lê belê serlêdan bê encam mabû. Gundî bi fikar in û dibêjin, 'Eger bi vî rengî dewam bike dibe ku xwîn birije', lê belê bi gotina 'Hûn gefê li jendermeyan dixwin, em ê we bigirin' bersiv dane gundiyan. Gundiyan diyar kirin  li gel hemû hewldanan û biryara walîtiyê jî cerdevan hîn jî zeviyan bi kar tînin.

ANF/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.