Cerdevanan bi kar tînin

Yekşem 22 Gulan 2022 - 22:30

  • Cerdevanên li Heftenîn û Avaşînê hatine bicihkirin dibêjin, dewleta Tirk ev 2 sal in hîç bi pêş neketine: "Me wekî amûr bi kar tînin. Dewlet nikare şer bike, tenê ji hewa ve êriş dike."

Cerdevanên li Heftenîn û Avaşînê hatine bicihkirin dibêjin, dewleta Tirk ev 2 sal in hîç bi pêş neketine: "Me wekî amûr bi kar tînin. Dewlet nikare şer bike, tenê ji hewa ve êriş dike."

Êrişên Tirkiyeyê yên bi piştgiriya PDK'ê li Zap, Metîna û Avaşînê di 17'ê nîsanê de daye destpêkirin dewam dikin. Hêzên Zêrevan, Gulan û çeteyên Roj ên girêdayî malbata Barzanî jî li herêmên navborî beşdarî êrişan dibin. Gelek cerdevan jî cihê xwe di nava van êrişan de digirin û li ser xeta sînor hatine bicihkirin. Cerdevan her roj nîqaşên di navbera xwe û leşkeran de tînin rojevê. Herî dawî di şerê 19'ê Gulanê yê li Heftanînê de cerdevan Mehmet Emîn Şak ê ji gundê Herdîşê yê Qilebanê hatibû kuştin û cerdevan Îslam Sak, Nêçîrvan Sak û Nazim Sak jî birîndar bûbûn. 

Cerdevanên li herêmên Cûdî, Gabar û Bestayê ji bo qirkirina daran hatine şandin jî di êrişan de tên bikaranîn. 

Cerdavanên ji gundên Germav, Mezrayên Memxuran, Karçîna, Çeman û Tivorê yên girêdayî Elkê ku li Avaşîn û Zê (Zapê) tên bicihkirin, dibêjin di êrişê de cerdevan weke amûr tên bikaranîn. 

Ji tirsan şer nakin

Cerdevan ji ber tirs canê xwe, naxwazin navên wan bên eşkerekirin. Ew dibêjin, “Em ji par ve diçin lê heta niha em tim li heman cihî ne. Heta niha tim hêzên li hemberî me êriş dikin. Ên li vir ji tirsa nikarin serê xwe derxin. Ew ji me gelekî bihêztir in. Li Heftenînê tiştekî ku leşker û cerdevan bikin tine ye. Ev li vir tenê îstixbaratê pêk tînin. Ji tirsan nikarin şer bikin. Li cihekî liv û tevgerekî piçûk çêbe, anons dikin û balafirên biçek û bêmirov ji ezman ve êrişan dikin. Yên li hember dema ku topeke hewanê jî davêjin vî alî, ji bo ku nemirin em heta êvarê xwe di bin zinarekî de vedişêrin."

Cerdevanên dij mayîn

Cerdevanan got, ew li cihên mayinkirî tên bikaranîn: "Ji tirsan kesek nikare tiştekî jî bibêje. Cerdevan mirî ne yan sax in, ne bi xema ti kesî ye.

Cerdevanan weke amûr bi kar tînin. Di navbera Cerdevan û leşkeran de jî ti hevkarî nîne."

Cerdevanan got, di şer de heta niha hîç bi pêş neketine: "Heta niha gelek cerdavanên bi darê zorê şandine herêmên şer, dibêjin, em ê dev ji çekê berdin. Cerdevan ditirsin ku biçin."

ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.