Cenazeyên şehîdan hatin veşartin

Şemî 20 Gulan 2023 - 01:17

Cenazeyên gerîla yên HPG’ê yên şehîd, Bawer Gever (Dîcle Yemen) û Dilşêr (Mehmet Şakir Alicî), hatin veşartin. Her du gerîla beriya çend rojan di encama tevgereke dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn.

Cenazeyên gerîlayan di 18’ê Gulanê de roja Pêncşemê piştî ku rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin.

Malbatan piştî kar û barê teşxîskirinê cenazeyên zaokên xwe wergirtin. Cenazeyê şehîd Bawer birin navçeya Colemêrgê Geverê û cenazeyê şehîd Dilşêr jî birin Wanê.

Cenazeyê şehîd Dilşêr li Goristana Suphan a Taxa Şabaniye ya Wanê hate veşartin. Polêsên Tirk nehiştin welatî tev li merasîma cenaze bibin, tenê destûr dan ku hin endamên malbatê beşdarî merasîma cenaze bibin.

Polêsên dagirkeran, nehişt ku malbat konê sersaxiyê deyne, ji ber malbat li malê tazî danî û sersaxiyan qebûl dike.

Cenazeyê gerîlayê şehîd Bawer Gever jî li gundê Zêrêlê yê Geverê hate veşartin. Li gund sersaxî tên qebûlkirin.

WAN/COLEMÊRG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.