Cenazeyên me bide!

Pêncşem 7 Cotmeh 2021 - 01:25

  • Ji bo radestkirina cenazeyên du şehîdan Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê  li Sêmalka kon veda. Dayika şehîd Tolhildan Raman, Eyşanê Temir dibêje: “Ez cenazeyê keça xwe dixwazim da ku li ser xaka xwe were oxirkirin û ez karibim her demekê serdana wê bikim.”

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê bi armanca şermezarkirina PDK’ê û ji bo daxwaza cenazeyên gerîlayên ku wê şehîd xistine, li dergehê Sêmalka ya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de kon veda. 

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Mahsûm Hesen, dayika şehîd Tolhildan Raman, Eyşanê Temir û xwişka şehîd Serdem Cûdî, Hewasa Yûsif derheqa bêbextiya PDK’ê û armanca çalakiyê de peyivîn.

Heta radestkirina cenazeyên her du şehîdan

Mahsûm Hesen got, PDK’ê hevkarê planên dewleta Tirk ên qirêj e û wiha qise kir: ‘’Rojavayê Kurdistanê ku di oxira pêkanîna aştî û ewlehiyê de bibe de 13 hezar şehîd da, nahêle dagirkeriya Tirk ne jî PDK’ê vê ewlehiyê têk bibin.

Divê gelê me yê li Başûrê Kurdistanê hêzên xwe bikin yek da ku planên li dijî gelê Kurd têk bibin.
Dê çalakiya konvedanê heta radestkirina cenazeyên her du şehîdan ji malbatên wan re û bersivdana ji xwestekên wan re berdewam bikin.”

Keça min şehîda hemû gelê Kurd e

Yek ji çalakvanan jî dayika şehîd Tolhildan Raman, Eyşanê Temir e. Ew jî wiha peyivî: ‘’Ez hatim dergeha Sêmalka da ku cenazeyê keça min ku ji aliyê çekdarên PDK’ê ve hate şehîdxistin, bidin min. Keçeke min di berxwedana li Bakurê Kurdistanê de şehîd bû û min cenazeyê wê nedît. Niha jî keça min Tolhildan bi xiyanet şehîd bû. Ez derfetê nadim ku cenazeyê keça min di destê PDK’ê de bimîne.

Keça min şehîda hemû gelê Kurd e. Ez cenazeyê keça xwe dixwazim da ku li ser xaka xwe were oxirkirin û ez karibim her demekê serdana wê bikim.”

Dayik şehîd Tolhildan kirinên PDK`ê şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çawa bira birayê xwe bikuje! PDK`ê sîxura dewleta Tirk e.”  

‘Cenazeyê birayê min bide’

Her wiha xwişka şehîd Serdem Cûdî, Hewasa Yûsif jî ji PDK`ê xwest ku cenazeyê birayê wê radestî wan bikin û ev tişt anî ziman:

“Em bang li PDK`ê dikin ku cenazeyê zarokên ku parastina xaka Kurdistanê dikirin, radestî me bike.“

Di dawiyê de Hewasa Yûsif anî ziman ku çalakiya wan dê dewam bike heta ku xwesteka wan bi cih were û got, divê cenazeyê şehîd Serdem di xaka xwe de were veşartin.

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.