Cenazeyên leşkeran vedişêrin

Çarşem 27 Kanûn 2023 - 00:41

Hate hînbûn ku cenazeyên bi dehan leşkerên di 23'ê Kanûnê de li Xakurkê û Metînayê hatin kuştin, anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Tê gotin, cenazeyên mirovên herêmê bi zorê ji morga nexweşxaneyê hatine derxistin û morg hatiye qedexekirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, gelek cenaze anîne morga nexweşxaneyê, cenazeyên ku xelkê herêmê ji bo şuştinê anîn morga nexweşxaneyê bi darê zorê ji morga nexweşxaneyê hatine derxistin û cenaze bêyî ku bêne şuştin neçar mane bibin.

Mirovekî şahidê bûyerê got:"Rayedarên nexweşxaneyê hatin û gotin, 'Biryara walîtiyê ye, cenazeyan ji vir bibin. Ji ber ku wê cenazeyên leşkeran bên'. Mirov neçar man ku bêyî cenazeyên xwe bişon ji nexweşxaneyê bibin. Armanca wan ew e ku cenazeyên leşkeran ji gel veşêrin. Ji ber vê yekê qedexe kirin ku kes nekevin morgê û li morgê cenazeyên xwe neşon. Ev biryar ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve hatiye wergirtin. Bi rojane nahêlin kes xwe nêzî morgê bikin. Li gorî agahiyên gihîştin me gelek cenaze anîne morgê, li wir têne hiştin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.