Cenazeyên 2 gerîlayan hatin veşartin

Sêşem 21 Kanûn 2021 - 22:24

  • Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Denîz Orak û Sîmanûr Kaya yên ku li Çiyayê Bagokê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, hatin veşartin.

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Denîz Orak û Sîmanûr Kaya yên ku li Çiyayê Bagokê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, hatin veşartin.

Dewleta Tirk li Çiyayê Bagokê yê li navçeya Mêrdînê Nisêbînê 11’ê Kanûnê êrişeke berfireh a eskerî kiribû û vê êrişê heta 15’ê Kanûnê dewam kiribû.

Di vê êrişê de balafirên şer bombardûmaneke giran kirin, 6 gerîlayên HPG’ê di êrişê de şehîd bûbûn.

Cenazeyên şeş gerîlayên jin rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Yekşema bihurî, 20’ê Kanûnê, ji bo teşxîskirinê malbatên sê gerîlayan çûn nexweşxaneyê.

Malbatên Denîz Orak (Hîra) û Sîmanûr Kaya (Mesken) cenazeyên zarokên xwe teşxîs kirin.

Malbata Betul Dîlen (Dîcle) ya ji gundê Aluca yê navçeya Qereyazî ya Erziromê, diyar kir ku cenazeyên çar gerîlayan welê li wan kirine ku nayên naskirin. Malbata Dîlen ji ber vê yekê ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê da.

Cenazeyên Orak û Kaya piştî hin astengiyên kêfî radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê Denîz Orak li gundê Kurika Çeto yê navçeya navendî ya Mêrdînê, Artûklûyê hate veşartin.

Cenazeyê Sîmanûr Kaya jî li Goristana li navenda Nisêbînê di bin zexta polêsan de hate veşartin. 

MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.