Cenazeyê Zekî Çelebî spartin axê

În 27 Gulan 2022 - 21:15

  • Cenazeyê siyasetvanê Kurd, Mehmet Zekî Çelebî yê ku di encama êrişeke çekdarî de li bajarê Silêmaniyê şehîd bû, li Wanê hate veşartin. 

Cenazeyê siyasetvanê Kurd, Mehmet Zekî Çelebî yê ku di encama êrişeke çekdarî de li bajarê Silêmaniyê şehîd bû, li Wanê hate veşartin. 

Mehmet Zekî Çelebî di êrişeke çekdarî de 17’ê Gulanê li Silêmaniyê hatibû şehîdkirin. Cenazeyê wî doh berê sibehê ji Şirnexê birin Wanê.

Polêsan dagirkeriya Tirk, ketin û derketinên Goristana Selîmbey ku cenaze lê hate veşartin ji pêr êvarê  ve girtin. Polêsên dagirkeriyê cenaze di ketina bajêr de sekinandin û tevî 15 ferdên malbatê bire goristanê. 

Parlamenterên HDP’ê nerazîbûn nîşanî helwêsta polêsan da. Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç got: “Hûn li vir hem min hem jî gel asteng dikin.

Veşartina cenaze mafekî herî xwezayî ye. Em vê zilmê qet qebûl nakin, em ê vê kiryara we li navenda sûkê bi girseyeke mezin şermezar bikin.

Hûn li vir zilmê li gelê kurd dikin.”

Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan jî got, “Hûn bi vê pêkanîna xwe îtîraf dikin ku we Zekî Çelebî kuştiye.”

Piştre welatiyan xwest bikevin goristanê û polêsan dagirkeriya Tirkan deriyê goristanê girtin û êrişî xelkê kirin. Welatiyan bi gotina slogana “Şehîd namirin” bersih da êrişê. 

Li ser navê malbata Çelebî jî birayê şehîdî, Fevzî Çelebî ji xelkê re piştî veşartina cenaze peyivî  û got: “Birayê min 13 sal bûn li sirgûnê bû. Lê destûr nedan ku em cenazeyê wî jî veşêrin. Ev ne zilm e. Em vê rewşê qebûl nakin. Mehmet Zekî Çelebî ne tenê şehîdê me ye şehîdê kurd û Kurdistanê ye.”

Polêsên dagirkeriya Tirk êrişî xelkê kir dava xelkê sloganên “Şehîd namirin” û “Bimre xiyanet” got û meşiyan. Lê xelkê meşa xwe bir serî.

WAN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.