Cenazeyê şehîd Serhat hat veşartin

Sêşem 17 Gulan 2022 - 22:24

  • Gerîlayê HPG’ê serhat Tolhildan (Vedat Demîr) ê ku li Geverê di şer de şehîd bûbû, li Êlihê hate veşartin.

Gerîlayê HPG’ê serhat Tolhildan (Vedat Demîr) ê ku li Geverê di şer de şehîd bûbû, li Êlihê hate veşartin.

Serhat Tolhildan 3’yê Tîrmeha 2021’ê de li navçeya Geverê ya ser bi Colemêrgê, di şer de şehîd bûbû. Cenazeyê wî li gundê Girbereşk ê Êlihê hate veşartin. Malbatê piştî 10 mehan cenazeyê kurê xwe li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Herêmê ya Wanê teşxîs kir û bire Êlihê. 

Leşker û polêsan dor li gund girt, û nehiştin ji bilî ferdên malbatê kes tev li merasîma cenaze bibe. Cenazeyê şehîd Serhat, ji aliyê ferdên malbatê ve hate veşartin.

ÊLIH 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.