Cenazeyê şehîd Jiyan hat veşartin
Pêncşem 30 Hezîran 2022 - 21:39
- Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Jiyan Amargî (Esma Afşar) a ku di şerê li Sêrtê de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê wê Êlihê bi girseyî hat veşartin.
Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Jiyan Amargî (Esma Afşar) a ku di şerê li Sêrtê de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê wê Êlihê bi girseyî hat veşartin.
Gerîlaya YJA-Starê Jiyan Amargî di şerê 21'ê Hezîranê de li çoltera Sêrtê şehîd bûbû. Ew li Êlihê hat veşartin. Malbatê pêr cenazeyê keça xwe ji morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê wergirtibû. Malbatê cenaze doh bire Goristana Girbereşk û bi beşdariya xelkê bi girseyî veşart.
Malbatê di bin dorpêç û zilma polêsan Tirk de cenaze bir goristanê. Wan xelkê ku kom bûbû li deriyê goristanê asteng kir. Tevî hemû astengiyan jî xelk beşdarî merasîma cenaze bû û piştî ku wecîbeyên olî bi cih katin anîn, cenaze hat veşartin.
ÊLIH