- Cenazeyê Bariş Keve ê li Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê li hucreya yekkesî, dewleta Tirk ew qetil kiribû, navçeya Wanê Şaxê, hate veşartin.
Cenazeyê Bariş Keve ê li Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê li hucreya yekkesî, dewleta Tirk ew qetil kiribû, navçeya Wanê Şaxê, hate veşartin.
Bariş Keve pêr li Girtîgeha Akçadag a Meletiyê ya Tîpa T'yê di hucreyeke yekkesî de hatibû qetilkirin.
Cenazaeyê şehîd Bariş Keve li Goristana Navendê ya Şaxê hat veşartin.
Rêveberên HDP'a Wanê û navçeyê, rêveberên TÛHAY-DER, rêvebirên DBP'a Wanê û navçeyê, TJA, rêveberên MEBYA-DER û ARSÎSA'yê jî û bi sedan kes tevli merasîma cenaze bûn.
Girseyê guh neda astengiyên polêsan û meşiya, tim dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” got.
WAN