Cenazeyê Rojbînê hate veşartin

Pêncşem 17 Cotmeh 2024 - 02:10

Rojbîn Kabaîş ku ji 27’ê Îlonê ve nebedî bûbû, piştî 18 rojan cenazeye wê hate dîtin û li Amedê hate veşartin.  Hevşaredarên Şaredariya Mezin a Amedê û endamên TJA’ê li goristanê hazir bûn.

Cenazeyê Rojîn Kabaîş 21 salî bû û li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê  Beşa Pêşdibistanê dixwend. Cenazeyê wê, 15’ê Çile li perava Gola Wanê yê li gundê Mola Qasim hate dîtin.

Rojbîn Kabaîş êvara 27'ê Îlonê piştî şîvê ji Wargeha Seyîd Fehîm Arvasî ya li kampusa zanîngehê derketibû û careke din agahî jê nehatibû wergirtin.

Cenazeyê Rojbîn Kabaîş piştî kiryarên Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Wanê anîn Amedê. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  jî li gel malbata Kabaîş çûn Amedê. 

Cenazeyê Rojîn Kabaîşê li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê hate veşartin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin û hevşaredarên navçeyan ên Amedê, endamên Tevgera Jinên Azad, endamên  Partiya Herêmên Demokratîk û bi hezaran kes tevlî merasîmê bûn. Malbata Kabaîşê  li goristanê sersaxî qebûl kir û piştre jî derbasî Mala Şînê ya Abdûrrahman Enç bû.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.