Endama YJA Starê Dîcle Uzum a li Colemêrgê şehîd bûbû, dan malbata wê.
Cenazeyê endama YJA Starê Jîn Ronî (Dîcle Uzum) a di 26’ê Tîrmehê de, li herêma Meydanbelek a Colemêrgê, di bombebarana balafirên şer de jiyana xwe ji dest dabû, dan malbata wê. Malbat 27’ê Tîrmehê çûbû Colemêrgê û ji bo cenazeyê keça xwe bigire, ji bo testa DNA’yê nimûne dabû. Malbatê piştî lihevkirina nimûneyan, pêr miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê da. Malbatê, cenazeyê keça xwe bire Êlihê. Malbatê, da zanîn ku cenazeyê şehîd Jîn Ronî bi awayekê parçekirî dane wan.
Heman roja ku Jîn Ronî şehîd bû, hatibû diyarkirin ku endama YJA Starê Gulgeş Tatli birîndar bûye û bi birîndarî hatiye girtin. Derbarê aqûbeta Tatli de, dewleta Tirk a dagirker heta niha ti daxuyanî nedaye.
COLEMÊRG