- Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Naîm Îlçîn li Êlihê hate veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Naîm Îlçîn li Êlihê hate veşartin.
Gerîlayê HPG'ê Naîm Îlçîn 25'ê Nîsanê (pêr) li herêma Besta ya Şirnexê şehîd bûbû. Cenazeyê wî li gundê Girbereşk ê ser bi Êlihê hate veşartin.
Piştî ku malbatê cenaze li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê teşxîs kir, ew anî Êlihê.
Malbatê xwest cenazeyê kurê xwe bi merasîmeke girseyî bispêre axê. Leşkerên Tirk ên dagirker dor li goristana gundê Girbereşkê girt û zext li malbatê kirin da ku ji bilî endamên malbatê kes tevlî merasîma cenaze nebe. Leşkerên dagirker got, ew ê destûrê nedin kes tevlî merasîmê bibe.
Ji ber vê yekê jî cenazeyê Îlçîn ji aliyê endamên malbatê ve bi merasîmekê hate veşartin.
ÊLIH