Cenaze nedan û derî jî girt

Pêncşem 16 Kanûn 2021 - 22:36

  • PDK’ê bi girtina deriyê sînor bersiv da çalakiya malbatên şehîdan a ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên HPG’ê. Malbatan nerazîbûn nîşanî PDK’ê da. 

PDK’ê bi girtina deriyê sînor bersiv da çalakiya malbatên şehîdan a ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên HPG’ê. Malbatan nerazîbûn nîşanî PDK’ê da. 

Çalakiya li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê ya ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan ên di destê PDK’ê de di roja 74’an de ye. Rayedarên PDK’ê doh sibehê di roja 73´an a çalakiyê de deriyê sînor li çûn û hatinê girt.

Endamên Komîteya Xizmetên Civakî yên Herêma Cizîrê û Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê, doh çû serdana çalakgeran û nerazîbûneke tund nîşanî helwêsta qirêj a PDK’ê da.

Koma ji dehan kesî bi dirûşman ji aliyê nobetdarên çalakiya konvedanê ve hate pêşwazîkirin û komê li ber sînor daxuyaniyek da çapemeniyê.

Cenazeyan bidin malbatan

Hevseroka Midûriyeta Karên Koçberiyê ya Komîteya Xizmetên Civakî ya Herêma Cizîrê Feyrûşah Ramazan daxuyanî da, şehîdên azadiyê bi bîr anî û got, “Cîhan tev dizane ku di şer de cenaze radestî malbatên wan têne kirin ku ev yek di nava hiqûqa navneteweyî de cih digire. 73 (îro 74) roj in em li vê derê weke xelkê Rojava daxwaza wergirtina cenazeyên xwe ji kesên ku em ji wan re dibêjin xwişk û bira, dikin. Em dixwazin ku cenazeyên şehîdên me radestî malbatan bikin. Ka biratiya PDK’ê?”

Li ber polîtîkayên qirêj ên PDK´ê rabin

Feyrûşah Ramazan nerazîbûn nîşanî girtina Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê da û got, “Gelê me li vê derê bi rojan e li benda wergirtina cenazeyên şehîdan e, lê PDK’ê deriyê sînor girt. Gelo biratî ev e? Di serî de xelkê me yê Başûr, em bang li tevahiya gelê Kurdistanê dikin da ku bibin yek. Em ji partî û xelkê Başûr dixwazin ku li ber van polîtîkayên qirêj ên PDK’ê rabin.”

Piştî ku daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû, endamên Komîteya Xizmetên Civakî û Meclîsa Malbatên Şehîdan li binê konê çalakiyê bi çalakgeran re rûniştin.

Di roja 72´yan a çalakiyê de ciwanên ji TCŞ´ê destek dabûn nobetdarên çalakiyê. Hêzên PDK´ê êrişî wan kiribû û 2 jê bi giranî 15 ciwan birîndar kiribûn.

Hêzên PDK´ê 28-28 Tebaxa bihurî li devera Xelîfanê kemîn danîbû ber 7 gerîlayan, 5 ji wan şehîd kiribûn û 2 jî birîndar kiribûn. Yekî ji birîndaran xwe gihand yekîneyên gerîlayan, lê aqûbeta birîndarê din nediyar e. 

ANHA/DÊRIK 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.