Çemê Nerdûşê wek heriyê diherike
Çarşem 5 Sibat 2025 - 02:35
Çemê Nerdûşê ku ji bin Çiyayê Cûdî diherike û yek jî çavkaniya avê ya welatiyên herême yê ji ber av û gemara kanên komirê qirêj dibe û diherike. Sewalên ku di çem de avê vêdixwin jî nexweş dikevin.
Şirnex ku bi talankirina xwezayê û birîna daran her tim di rojevê de ye, bi avakirina kanên komir, xîz û lêgerîna petrolê hewa û çemên wê jî tên qirêjkirin. Kanên komir û madênên cuda ku ji aliyê aligirên desthilat û sermayedarên herêmê vê hatine çêkirin, xesarek mezin didin xwezaya herême. Çemê Nerdûş ku ji bin çiyayê Cûdî diherike ji ber av û gemara kana komirê dikeve nava çem qirêj dibe û wek heriyê diherike.
Pezê gundiyan nexweş dikeve
Çemê Nêrdûş, ji gundên bi ser Şirnexê ve dest pê dike û heta navçeya Silopiyayê diherike û pêdiviya avê ya welatiyên herêmê dabîn dike. Lê ji ber qirêjbûna çem, ava vexwarinê ya welatiyên herêmê jî qirêj dibe û ev yek metirsiyên jiyanî bi xwe re tîne. Sewalên ku di çem de avê vêdixwin jî nexweş dikevin.
Êdî nikarin çandiyê jî bikin
Çemê Nerdûş di bin kontarê Çiyayê Cûdî diherike û li gundên Şirnexê heta gundên navçeya Silopiyayê ji çem sûd digrin. Gundê Avgamasiya ku ji nezî çem e, qirêjbûna avê herî zêde bandorê li ser vî gundî dike. Welatiyên li gund bi ava çem, çandiniyê dikin û fêkî û sebzeyan xwedî dikin. Lê piştî ku çem hatiye qirêjkirin fêkî û sebzeyên welatiyan jî hişk dibin, êdî nikarin çandiyê jî bikin.
Masî jî dimirin
Li gor gotinên şêniyên gund Çemê Nerdûşê beriya kanên komirê zelal diherikî û di nav de gelek masî hebûn e. Lê niha di dîmenan de jî xuya dike ku çem bi awayekî qirêj diherike û qirêjiya kanên komirê jî di nav çem de diyar dibe. Bi qirêjbûna çem re êdî masî jî di nav çem de nemane û dimirin.
Wê bendav bê çêkirin
Midûriyeta Herêma 10'emîn a Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) plan dike ku li ser Çemê Nerdûşê bendavekê çêbike. Bi çêkirina bendavê re wê çavkaniya avê ya welatiyan bi temamî ji holê rabe.
AJANSA WELAT/ŞIRNEX