Cemal Andok hat bibîranîn

Çarşem 12 Nîsan 2023 - 16:25

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Femandarê HPG’ê Cîhan Nazlîer bi nasnav Cemal Andok bi merasîmekê hat bibîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fermandarê HPG’ê Cemal Andok (Cîhan Nazlîer) ku di 21’ê Adara 2019’an de li Heftenînê gihiştibû karwanên şehîdan, bi merasîmekê hat bibîranîn.

Merasîmê bibîranînê bi rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê li Saziya Malbatên Şehîdan pêk hat. Piştre li ser navê xelkê wargehê, Sariya Marînos li ser jiyan û têkoşîna şehîd Cemal Andok axivî: “Em nikarin bi gotinan kar û xebatê şehîd Cemal binîn ziman. Di nava vê têkoşînê de xwedî kedeke binirx û giran bihabû. Em çiqasî bibêjîn em ê nikaribin wesfê keda şehîdan bidin. Em bi navê dayîk û bavên şehîd û şervanan dibêjin, serê serokatiya me, rêheval û gelê walatparêz sax be.”

Merasîm bi gotina dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.

ROJNEWS / MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.