Girtiyê nexweş Mehmet Alî Çelebî yê ji ber giranbûna nexweşiyê di 25’ê Tebaxê de hatibû berdan, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, şehîd bû. Cenazeyê Mehmet Alî Çelebî doh li Stenbolê hat veşartin.
Mehmet Alî Çelebî 70 salî şehîd bû û beriya wê 25 salan di hepsê de ragirtî ma. Dewleta Tirk a ku li dijî Kurdan û Kurdistanê xezeb jê dibare, girtiyên nexweş ên siyasî yên ji tevgera azadiyê, yan jî benade, yan jî beriya bimirin bi çend rojekî wan berdide.
Mehmet Alî Çelebî jî yek ji wan girtiyên nexweş ên ji tevgera azadiyê bû û ji ber nexweşiyê di 25’ê Tebaxê de hatibû berdan. Li nexweşxaneyê lê dihat dermankirin, pêr wî canê xwe ji dest da û cenazeyê wî jî doh li Stenbolê hat veşartin. Cenazeyê Çelebî ji morga Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehîra Stenbolê hat wergirtin. Merasîma cenaze li Mala Cemê ya Erenlerê pêk hat. Parlamenter û rêveberên HDP’ê, hevserok û rêveberên MATUHAY-DER’ê û ANYAKAY-DER’ê û gelek kes beşdarî merasîmê bûn.
Piştî merasîmê, cenazeyê Çelebî birin Goristana Çakmakli ya li Buyukçekmeceyê. Darbesta Çelebî ya bi kefiya kesk, sor û zer hatibû xemilandin.
Bi qesta kuştinê girtiyên nexweş bernedin
Hevseroka MATUHAY-DER’ê Esîn Çelîk piştî veşartina cenaze axivî û got, girtiyên nexweş tevî raporên Saziya Tiba Edlî jî nayên berdan û wan terkî mirinê dikin. Çelîk got, heta ew xeyala Çelebî û hemû girtiyên nexweş ên şehîd bûne bînin cih, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Hevserokê HDP’a Stenbolê Erdal Avci jî got, girtiyên nexweş di encama polîtîkayên dewletê de terkî mirinê tên kirin: “Em soz didin Mehmet Alî Çelebî û hemû hevalên din, heta em jiyaneke azad ava bikin, têkoşîna me wê bidome.”
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî got, Çelebî tevahiya jiyana xwe li dijî faşîzmê feda kir û ew ê têkoşîna wî û hevrêyên wî bigihînin pergalek azad û adilane. Merasîma cenae bi gotina dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû. Îro jî saet di navbera 11.00’an û 17.00’an de li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Esenyûrtê şîna Çelebî wê were danîn.
STENBOL