Celal Melekşa wefat kir

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 1 Mijdar 2020 - 13:48

  • Helbestvan û nivîskarê Kurd Celal Melekşa wefat kir.

Helbestvan û nivîskarê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Celal Melekşa 69 salî koça dawî kir.
Cerlal Melekşa pêr êvarê li bajarê Sine rehmet kir. Celal Melekşa sala 1951’ê li gundê Melekşa yê parêzgeha Sine ji dayîk bûye. Celal Melekşa di bin zordariya rejîma Îranê de, bi karê hunerî û nivîsîna helbest û çîrokên Farisî ve mijûl bû. Piştre ji sala 1979’an ve bi Kurdî nivîsên xwe belav kirin û gelek helbest nivîsandin. Çendek helbestên Melekşa bi Farisî jî hene.

Çend rist ji helbestekê Celal Melekşa

Axo ebê
Em re bê
Kawey kurrim
Cantay sefer kate şanî
Dellallanê ber geracî Sine
Hawar biken;
Efrîn, Amed, Silêmanî

 

SINE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.