Çêkera kewareyan: Dayîka Sakîne

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 27 Hezîran 2024 - 00:12

SILAVA EBDULREHMAN / ANHA / QAMIŞLO

Mêşvanî li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê hindik be jî, yek ji deriyên debarê ye. Êdî piraniya mêşvanan kewareyên nûjen ên ji daran hatine çêkirin bikar tînin. Lê li kêm cihan hîn jî kewareyên ji heriyê hatine çêkirin ku tê gotin hingivê wan xweştir e û ji bo mêşan baştir in, tên bikaranîn. Li bajarê Amûdê Sakîne Faris jî, di kawereyên ji axê de mêşên hingiv xwedî dike. Dayika Sakîne, kaweriyan bixwe çêdike, di wan de mêşan xwedî dike û berhema wê hem ji bo malbata xwe bikar tîne, hem jî dide mirov û cîranên xwe. Li gorî ku dayika Sakîne dibêje, wê tenê mêş xwedî nekirine, di heman demê ji xwesuya xwe çêkirina kewareyan jî fêr bûye. Dema mêşên wê zêde bûn, di van kewareyan de xwedî kirin. Hejmara keware û mêşên wê heta sala 2023 derketiye 25’an. Dayika Sakîne kewareyan zêde yên çêkirine û hingivê ji pêdiviya wê zêdetir jî firotine. Êdî bûye pispora çêkirina kewareyan û xwedîkirina mêşan.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.