Çekdar, Arjîn û Avent şehîd bûn

În 9 Îlon 2022 - 21:33

  • HPG’ê bi daxuyaniyê ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker a di 22’ê Hezîranê de li herêma Cîloyê sê gerîlayên azadiya Kurdistanê şehîdbûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya ya HPG’ê bi daxuyaniyê ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker a di 22’ê Hezîranê de li herêma Cîloyê sê gerîlayên azadiya Kurdistanê şehîdbûne.

HPG’ê li ser mijarê got, “Di 22’ê Hezîrana 2022’yan de di êrişên artêşa Tirk a dagirker de milîtanên Apoyî yên li herêma Cîloyê, hevalên me Çekdar, Arjîn û Avent şehîd bûne. Ev hevalên me demeke dirêj li herêma Cîloyê bûn û bi têkoşîna xwe derbên giran li dijmin dan. Em ê tola hevrêyên xwe Çekdar, Arjîn û Avent hilînin û em sozê didin ku em ê têkoşîna wan bi serfiraziyê tacîdar bikin.”

HPG´ê ji bo şehîd Çekdar Gabar got, “Hevrê Çekdar bi eslê xwe ji Cizîrê ye û li Kocaeliyê ji dayik bûye. Di ciwaniya xwe de tevlî nav xebatên ciwanan bûye. Di dema seferberiya gelê me ya ji bo Kobanê de dewleta Tirk qetlîam kir, dijmin hevalekî hevrêyê me Çekdar qetil kir, hevrê Çekdar kete nav têkoşîneke çalak. Hevrê Çekdar ji bo tolhildana gelê me û hevalê xwe yê hatiye qetilkirin tevî 5 hevalên xwe, sala 2014’an li Cûdî tevlî nav refên gerîla bû.

Piştî perwerdehiya li Garê û tecrubeyên xwe bûye gerîlayekî jîr û çûye qada Cîloyê ya ku qadeke herî tund û xweş a Kurdistanê ye û li vir bi qasî 7 salan têkoşiyaye.” 

HPG´ê ji bo şehîd Arjîn Çinar jî got, “Heval Arjîn li navçeya Çinarê ya Amedê ji dayik bûye. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê li Rojava êrişî Şoreşa Azadiyê ya Rojava kir û qetlîam kir, vê bandoreke mezin li wê kiriye. Heval Arjîn jî nerazîbûna xwe ya bêdeng veguherandiye çalakiyê û tevlî nav refên gerîlayan bû. Ji bo ku bibe gerîlayeke YJA Starê ya pêşeng wê her dem lêgerîna xwe xurt kiriye. Piştî ku demekê li Garê maye, çûye Cîlo û Zapê û li vir tevlî gelek çalakiyên li hemberî dijmin bûye. Ew li qada Cîloyê tevlî gelek çalakiyên xurt bûye û hewl daye peywira ku dîrokê daye gerîlayên azadiya Kurdistanê pêk bîne.”

HPG´ê ji bo şehîd Avent Şikefta jî got, “Rêhevala me Avent ji xelkê Torê ye. Rêheval Avent sala 2015’an, dema ku li dijî gelê me êriş û qetlîamên dijwar pêk hatin, biryar da tevlî nav refên gerîla bibe. Rêhevala me Avent di demeke kin de bû gerîlayeke jêhatî. Rêhevala me Avent ji bo bersivdayîna êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî gelê me yên li herêma Kerkûkê, çû wir. Li herêma Kerkûkê li dijî çeteyan şerekî efsanewî bi rê ve bir û di paqijkirina Kerkûkê ji çeteyan de bi roleke girîng rabû. Piştî ku herêma Kerkûkê ji çeteyan hat paqijkirin, rêhevala me Avent, berê xwe da çiyayên Kurdistanê, pêşî çû Zapê ku lê şerê germ li dijî êrişên dagirkeriya Tirk re dewam dike. Bi pratîka xwe ya serketî erka fermandariya tîmê girt ser xwe. Weke fermandara pêşeng a YJA Starê ev erk bi rêk û pêk bi cih anî. Hevrêya me Avent ku di xeta azadiya jinê de xwe her tim bi pêş dixist û her roj di kesayeta xwe de veguhertinên girîng diafirandin, pîvanên azadiya jinê yên bi keda Rêbertiya me û bi hezaran şehîdan hatine afirandin, kiribû esasên jiyana xwe.”

Nasnameya şehîdan weke li jêr e:

Çekdar Gabar (Ferhat Acar) ê li Kocaeliyê hatiye dinê, kurê Behîcan û Adil, 29’ê Hezîrana 2022’yan li Cîlo şehîd bû.

Arjîn Çinar (Hatîce Dînç) a li Amedê ji dayik bûye, keça Melîha û Necmettîn, 29’ê Hezîrana 2022’yan li Cîlo şehîd bû.

Avent Şikefta (Şehristan Yilmaz) a li Êlihê ji dayik bûye, keça Ayşete û Îzettîn, 29’ê Hezîrana 2022’yan li Cîlo şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.