• Desteya Rêveber a Şengalê bang li NY´yê kir, alîkariya bi Tirkiyeyê re bi dawî bike û meydana hewayî ya Iraqê li Tirkiyeyê qedexe bike.  

ÊZDÎN ŞENGALΠ / ROJNEWS/ŞENGAL

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê, Riham Hesen got, dewleta Tirk endamê NATO’yê ye û got “Dewleta Tirk nikare bi tena serê xwe êrişî Êzîdiyan bike. Di serî de Emerîka, endamên NATO’yê berpirsyarê van êrişan in.” Riham Hesen bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û got, divê çek û cebilxaneyê nedin dewleta Tirk û meydana hewayî ya Iraqê jî lê qedexe bikin.

Êrişên li dijî hiqûqa navneteweyî yên bi armanca qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê zêde dibin. Herî dawî di 7’ê Kanûnê de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê, Merwan Bedel Xwedêda di êrişeke hewayî de hate şehîdkirin û di 11’ê Kanûnê de jî avahiya Meclîsa Gel a Xanesorê bi balefirên şer hate bombebar kirin.

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê, Riham Hesen li ser hedef û armancên van êrişan, hêzên li pişt perdeyê piştgiriya van êrişan dikin, axivî.

Êrişî dijminên DAIŞ´ê dikin

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen, bal bire ser armancên êrişên dawî û got, “DAIŞ dema êriş bir ser Iraqê, li Şengalê şikest. Kesên ku Şengal parastin û di avabûna Şengala azad de kar meşandin, piştî şikestina DAIŞ’ê kirin hedef. Ji Seîd Hesen heta Merwan Bedel, ev êriş bi vî rengî bi pêş ketin.”

Riham Hesen derbarê hêzên li piştperdeya van êrîşan de jî got, di pratîkê de dewleta Tirk van êrîşan dike, lê sûcbar ne tenê dewleta Tirk e: “Em zanin ku dewleta Tirk endamê NATO’yê ye. Hêzeke wisa nikare bi tena serê xwe biryarê bide û li Êzîdiyan bixe. Emerîka di serî de, endamên NATO’yê berpirsyarê vê ne. Tirkiye bi xwe dijminê koka me ye, dijminê Kurd û Êzîdiyan e. Lê ev êrişên niha yên li dijî Şengalê, plansaziyeke navneteweyî ye. Em dibînin bêdengiyeke gelekî mezin heye. Tirkiye li pêş çavan e lê hêzên din li pişt perdê ne.”

Xweserî projeyeke mezin e

Riham Hesen da zanîn ku piştî Kongreya 4’an a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, ev êriş zêdetir bûne: “Ji ber ku di wê kongreyê de biryarên xurt hatin dayîn. Me rê neda Peymana 9’ê Cotmehê, me biryar û helwêsta çareseriyê xurt kir. Dewleta Tirk dît ku pîlanên wê pûç dibin. Ji ber vê, bi taybetî jî êrişî pêşengên civaka Êzîdî kirin.”

Riham Hesen û Merwan Bedel, di vê kongreyê de wekî hevserok hatibûn hilbijartin. Riham Hesen derbarê têkoşîna Merwan Bedel de got, “Pêşengekî xurt ê civaka me bû. Fermandarê YBŞ’ê bû, lê ji ber pêdiviyan bê dudilî hat û tevlî xebatên Rêveberiya Xweser bû.” 

Riham Hesen got, şehadeta Merwan Bedel ji bo Şengalê, ji bo Rêveberiya Xweser wendahiyeke pirr mezin e û wiha dewam kir: “Lê hevalê Merwan bi xwe jî digot, ev projeya me ya xweseriya Şengalê, ne projeyeke piçûk e. Projeyeke mezin e ku milet ji bindestiyê, ji fermanan xilas bibe. Miqabilê wê, berdêlên wê jî wê giran bin.”

Fermanê dewam dikin

Derbarê bêdengiya hêzên navneteweyî jî Riham Hesen nerazîbûna xwe nîşan da û ev bang kir: “Ew hêzên ku dibêjin, ‘Em jenosîda Êzîdiyan qebûl dikin’, ew tenê li ser peyvê maye. Gelek dewletan jenosîda Êzîdiyan nas kir. Li aliyekî dibêjin, em jenosîda Êzîdiyan qebûl dikin, li aliyê din lojîstîkê didin dewleta Tirk. Ew alîkarî didin dewleta Tirk, ew jî tên bi vê alîkariyê Şengalê dagir dikin. Ev jî dewama fermanê ye.”

Riham Hesen ji ber hincetên bi derewan ên bi îdîaya hebûna PKK´ê li Şengalê jî got, “Em wekî civaka Êzîdî, kesên ku bi  hewara me ve hatine, ti caran ji bîr nakin. Û heger lazim bû, em ê parastina wan jî bikin. Lê rastiyek e, di 2018’an de bi tensîqa bi hikûmeta Iraqê re PKK ji Şengalê derket.

Hikûmeta Iraqê dizane ku hêza PKK’ê li Şengalê nîne, lê li ber van êrişan bêdeng e.”

Riham Hesen, derbarê polîtîkayên PDK’ê yên li dijî Şengalê jî got, ji ber ku li Şengalê îradeya gel heye, PDK nikare di polîtîkayên xwe de bi ser keve û wiha axivî: “Di van êrişan de rola dewleta Tirk û ya PDK’ê ji hev ne qut e. Axaftina dewleta Tirk çi be, axaftina PDK’ê jî ew e. PDK, plansaziya dewleta Tirk pêk tîne. Loma meclîsên gel jî nas nake, dibêje baregeha leşkerî ye.”

Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen di dawiyê de got, ew ê tîkoşîna xwe sala 2022´yan xurttir bikin û ev bang kir: “Heger hikûmeta nû ya Iraqê were avakirin, em ê hewl bidin ji bo Rêveberiya Xweser a Şengalê bi wan re kar bikin. Di destûra Iraqê de jî heye ku her milet, karibê xwe bi rê ve bibe. Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin da ku alîkariya dewleta Tirk nekin, lojîstîkê nedin wan. Ji ber ku dewleta Tirk bi alîkariya wan êrişî me dike. Ya din em bang dikin da ku meydana hewayî ya Iraqê li dewleta Tirk were qedexekirin.”