Çeka kuştina girtîyan: Raporên ATK’ê

În 31 Gulan 2024 - 00:52

  • Dewleta Tirk kuştina girtiyên siyasî yên nexweş weke polîtîkayeke daniye ber xwe. Ji bo vê vê armancê jî raporên ATK’ê weke çekekê têne bikaranîn. Di sêgoşeya ATK, Rêveberiya girtîgehan û dadgehan de girtiyên nexweş bi hêviya mirinê ve têne hiştin.

Girtiyên bi nexweşiya giran tevî hemû hewldanan jî nayên berdan. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) niha li girtîgehan 1517 girtiyên nexweş hene ku 651 ji wan rewşa wan giran e.

Parêzer Yûsûf Erdogan ê Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'yê rewşa girtiyên nexweş ji nêz ve dişopîne û têkildarî girtiyên nexweş  axivî. 

Şertên girtîgehan nexweşiyan tîne

Yûsûf Erdogan anî ziman li Tirkiyeyê tevî hikumet diguherin jî polîtîkayên têkildarî girtiyên nexweş nayên guhertin û ev yek anîn ziman: ‘’Di lêkolînên têkildarî girtiyên nexweş de pirsgirêka herî mezin ku derdikeve pêşiya me ew e ku  girtî her çend nexweş nebin jî di pêvajoya înfazê de ji ber şert û mercên girtîgehan ên xirab nexweşî li cem wan peyda dibin. Hin girtî ji ber ku nexweş in ji ber şert û mercên girtîgehan nexweşiyên wan zêdetir dibin. Girtiyên ku nexweşiyên wan tune ne jî ji ber şert û mercên xirab, nexweş dibin.’’ 

Raporên ATK’ê dikujin

Yûsûf Erdogan bal bire ser ku ji aliyê girtiyên nexweş û malbatên wan ve ji bo binpêkirinên mafên li girtîgehan ji komeleya wan re gelekî serîlêdan tên kirin û ev yek anîn ziman: ‘’Bi taybetî jî di sewqkirina nexweşan a ji bo nexweşxaneyan de gelek pirsgirêk hene. Bi taybetî jî pirsgirêka girtiyên nexweş ên ku nikarin bi tena serê xwe di girtîgehan de bimînin, pir zêde di rojevê de ye ku ji ber raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) tehlîyekirina wan tê astengkirin. Ev pirsgirêk ji berê heya niha heye. Em di raporên xwe de vê yekê diyar dikin. Tevî raporên nexweşxaneyên herî baş jî ku biryar dide girtî ji ber nexweşiya xwe nikare li girtîgehê ‘’bimîne’’ jî ji ber raporên ATK’yê ku ew jî dibêje ku dikare li girtîgehê bimîne,  niha gelekî girtiyên nexweş li girtîgehan dimînin. Piştî gelek raporên ATK’yê  girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Ev pirsgirêk girêdayî serxwebûn û bêalîbûna ATK'yê ye.’’ 

Girtiyên siyasî yên nexweş bernadin

Yusuf Erdogan pêvajoya ku girtiyên nexweş û yên temenmezin di demên dawiyê de dijîn weke êşkenceyê destnîşan kir û got: ‘’Bi taybetî jî Makbûle Ozer a li Wanê ya 81 salî tevî ku rapora ATK'yê ya ewil çê jî bû  ji ber ku rapora ATK’yê ya duyem ne çê bû,  dubare ew sewqkirin girtîgehê. Her wiha minaka  Abdûlalîm Kaya jî heye. Tevî ku ew jî temen mezin e û nexweş e jî  ji aliyê ATK'yê ve  ji bo wî raporeke çê dernakeve. Hewce ye rêxistinên mafên mirovan têkildarî rewşa girtiyên nexweş helwesta nîşan bidin. Bi awayekî zelal li holê ye ku tehliyeya girtiyên nexweş ên sîyasî tên astengkirin. Têkildarî tehliyeya wan du standartiyek heye û hewce ye ew yek ji holê rabe.’’ 

Bi hêviya mirinê ve dihêlin

Parêzer Yûsûf Erdogan destnîşan kir ku girtiyên nexweş li  girtîgehan bi hêviya mirinê ve têne hiştin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ’’Mînaka Mehmet Emîn Ozkan li pêşiya me ye. Piştî gelek hewldanan biryar hate dayîn ku werê berdan. A rastî dewlet girtiyên nexweş yan gava ji berdana wan re demeke kurt dimîne, serbest berdide yan jî bernade dibe sedem ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest bidin. Li vir derdikeve holê wan bi hêviya mirinê ve dihêlin. Ev yek dibe miameleya xirab û êşkenceya dirêjkirî. Ev rewş her ku diçe zêdetir dibe.’’

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.