• Salvegera 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê li gelek navendên Ewrûpayê bi çalakiyên cuda hate pîroz kirin û di çalakiyan de di şexsê Fermandar Egîd de, hemû şehîdên şoreşa azadiyê hatin bibîranîn.

Li gelek bajarên Elmanya, Swîsre, Hollanda, Îngîlîstan, Danîmarka û Îtalyayê, Kurd û dostên xwe hatin ba hev, bi pîrozbahiyên bi coş, 39’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz kirin. 

DÛÎSBÛRG: Salvegera 15’ê Tebaxê li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê bi çalakiyeke hat pîrozkirin.

Pîrozbahî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Dûîsbûrgê (DTKM) ve li Parka Stadt ya taxa Dûîsbûrg-Meîdreîchê hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de axaftinên li ser girîngiya rojê hatin kirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

BENSHEÎM: Kurdên li bajarê Bensheîmê ê Elmanyayê û bajarên derdor jî salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi gerandina govendê pêşwazî kirin. Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Bensheîmê û FCDK-KAWA axaftin kirin û gotin: “Di qonaxa herî krîtîk a dîrokê de divê em Kurd bi ruhê hevgirtinê werin ba hev û xwedî li nirxên xwe derbikevin.”

STÛTTGART: Li bajarê Stûttgart ê jî sînevîzyona li ser Pêngava 15’ê Tebaxê hate temaşekirin. Piştre hunermend Garîp Nûrhak, Sedat û Bajer û Hozan Sîmar derktin ser dikê. 

MANNHEÎM: Kurdên li bajarê Mannheîmê jî, salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi çalakiyekê pîrozkirin. Gelek Kurd û dostên wan ên li bajarê Mannheîmê û bajarên derdor beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de bi stranên Hozan Kawa govend hat gerandin.

LÛZERN: Kurdên li bajarê Lûzern ê Swîsreyê hatin ba hev, Pêngava 15’ê Tebaxê bi coşeke mezin pîroz kirin. Hevserokê CDK-L Mûlla Şahîn axivî û got:“Di 15’ê Tebaxa 1984’an de Fermandar Egîd bi avêtina guleya ewil got, ‘Em vê pergalê qebûl nakin’. Di rojeke wiha de divê hemû gelê Kurdistanê xwedî li xwe derbikeve û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bîne.”

Piştî axaftinan govend hat gerandin.

LOZAN: Kurdên li Lozanê jî ji bo pêşwazîkirina salvegera 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê di saetên zû de hatin cihê pîrozbahiyê. Pîrozbahî di şexsê fermandar Egîd de bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevserokên CDK’ê axivîn û cejna berxwedana gel pîroz kirin. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar li vir Cejna Vejînê ya li Rêber Abdullah Ocalan, şoreşgerên di zindanan de, gerîlayên li ber xwe didin û gelê Kurdistanê pîroz kir. Aydar, banga tevlîbûna meşa ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan di 2’ê Îlonê de li Strasboûrgê bê lidarxistin kir.

SCHAFFHAÛSEN: Kurdan li kontona Scahaffhaûsenê jî pîrozbahî lidarxistin. Li ser navê Meclîsên Gelê Kurd a Kantonê Emîn Konar axivî û got: “Em şehîdên xwe yên leheng ên ku gelê me hişyar kirin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.” Piştî axaftinê, govend hat gerandin.

ZÛG: Kurdên li kantona Zûgê, Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Siyasetmedar Mûsa Farisogullari ku beşdarî pîrozbahiyê bû, geşedanên dîrokî û bûyerên heyî yên ji Pêngava 15’ê Tebaxê û vir ve nirxand.

BÎEL: Kurdên li bajarê Bîel ê kantona Bernê jî hatin bav hev, bi coşeke mezin Cejna Vejînê pîroz kirin. Di çalakiyê de ku bi beşdariya meclîsên gel ên Bern, Bîel û Frîboûrgê pêk hat de, li ser navê meclîsên gel siyasetmedar Ahmet Kaya axivî û got: “Em deyndarê Kemal, Hakî û Egîdan in. Em ê di vê oxirê de her roj bixebitin û têkoşînê mezin bikin.” Pîrozbahî bi stran û govendê dewam kir.

ZURÎH: Pêngava 15’ê Tebaxê li qada seyrangehê ya li bajarokê Schlîeren ê kantona Zurîhê hate pîrozkirin. Piştre li ser girîngiya Pêngava 15’ê Tebaxê axaftin hatin kirin. Pîrozbahî bi stranên komên herêmî û gerandina govendê dewam kir.

Li bajarên Basel, St Gallen, Wînterthûr û Bellînzona jî Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin.

DEN HAAG: Pêngava 15’ê Tebaxê li bajarê Den Haag a Hollandayê jî bi sînevîzyon, axaftin û govendê hat pîrozkirin. 

KOPENHAG: Kurdên li paytexta Danîmarka Kopenhagê hatin ba hev, cejna vejînê 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Têkildarî Pêngava 15’ê Tebaxê ku cejna vejînê ya gelê Kurd e, axaftin hatin kirin û  hate gotin:“Gerîlayên Azadiyê bi ruhê 15’ê Tebaxê şer dikin û dagirkeran têk dibin. Em ê doza azadiya Kurdistanê bi ser bixînin, serkeftin a me ye.” Hunermend Hozan Bîço, Hozan Fîgen, Halkawt Enwer û Rêşad Pirsûsî stranên xwe pêşkêş kirin û xelkê li ber govend gerand. şoreşgerî, klasîk û govendê girse coş kirin.

GROSSETO: Kurdên li bajarokê Grosseto yê eyaleta Toskana ya Îtalyayê hatin ba hev, salvegera 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir. Ji Romayê jî Kurd ji bo pîrozbahiyê hatin. Siyasetmedar Îbrahîm Kasaroglû, qala pêngava 15’ê Tebaxê kir.

CAMBRIDGE: Pêngava 15’ê Tebaxê li bajarê Cambridge yê Îngîlîstanê jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger hate pîroz kirin. Kurd û dostên xwe bi cilên netewî hatin qada Cherry Hînton û cejna vejînê pîroz kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN